10 december 2018

Li ser axaftina Nadîa Mûrad ya Merasima Nobelê ya Aşîtiyê


Ev 11 sal in bloga min û Facebooka min û 6 sal in jî twîtta min heye. Heta nuha min ne yek rêz bi tirkî nivîsîye û ne jî tiştekî bi tirkî, erebî belav kiriye. 


Sebebê min lînka axaftina Nadîa Mûrad ya merasîma Nobelê belav kir hewa û atmosfera salona Nobelê bû. Li salonê kesê çavê wî/wê ne şil nema. Bi deqîqeyan jê ra ji pê li çepikan xistin. Min xwest ew atmosfer were dîtin.

Şahbanûya Norweçê jî di nav da, ji guhdaran gelek kes bi tesîra axaftina Nadîa Mûrad digiriyan. Axaftineke bi bandor bû. 

Bi erebî axaftina wê bi min jî ne xweş bû, xwezî bi kurdî bipeyivîya. Lê çima bi kurdî nepeyîvî ez nizanim. 

Nadîa Mûrad ne ku bi kurdî napeyive ya jî li dijî kurdî ye. Di fîlmê belgeyî da bi kurdî jî dipeyivî. Bi kesên bi wê ra bûn kurdî dipeyivî.

Lê îcar çima bi kurdî nepeyivî min fêm nekir...

Ya din di vîdeoyê da Nadîa Mûrad tenê napeyive, axaftinên bi îngilîzî jî hene. 

Ji ber wê jî min lînka wê vîdeoyê belav kir. Ya na ez lînkên vîdeoyên tirkî , farisî û erebî parve nakim.
Hêvî dikim hemû axaftina wê bikin kurdî û em bibînin çi gotiye.

Azadi Libertad Ez niha guh didim axaftina Nadia, di nêrîna min de kurdiya Nadia (ya devkî) têra wê yekê nake ku ev gotara xwe bi kurdî bêje. Ew teksta erebî baş ezber kiriye, bawer nakim ku karibe bi kurdî tekstekî bixwîne û bêje. Belkî li Şengalê û gundê Qoco xwendin li dibistanan bêtir bi erebî bû.

Zinarê Xamo Tub kanibî hin beşên muhîm bikî kurdî ewê baş be.

Azadi Libertad Birêz Xamo, nivîs bi çar zimanan heye.

Azadi Libertad Hemû axaftina wê pêwîste, ku dema min çêbe, ezê hewl bidim.

Azadi Libertad Kurdistan24: Nadya Murad di merasîmekê de dema wergirtina xelatê gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Ti xelat rûmeta me venagerîne, ji bilî dadweriyê.”
Herwiha got: “Hîna nehatiya karîn rewşa Êzidiyan bê asayîkirin û hîna zêdetir ji 3 hezar welatiyên Êzidî di destê DAIŞê de ne û çarenivîsa wan ne diyar e.”
Nadya Murad rexne li civaka navdewletî girt got, gelek gel li pêş çavên cîhanê rastî qirkirina etnîkî tên. Tekez kir, parastina Êzidiyan ji berpirsatiya civaka navdewletî ye.
Tekezî li ser wê yekê jî, dadwerî riya tekane ye ji bo bicihkirina aştiyê û divê kesên destdirêjiya seksî li dijî jinan wek çek bikar tînin bêne dadgehkirin.


Hejarê Şamil Mamoste, dembaş.
Mesele, ev e, ku, Nadia Murad wek projeyek hatiye hilbijartin û bi serkeftî bi kar tînin. Nadia bi hişê xwe hereket nake, ewqas zanebûna wê jî nîne. Derûdorê wê bi neyarên miletê Kurd hatine dorpêç kirin. Projeya Murad li hemberî netewa Kurd, ji bo perçekirinê miletê me didine şixulandin. Finansorê vê projeya jî Ereb in.
Helbet, di vê hêlê de guneha me jî hene - divê agilmend û erkdarên me fersend ne dane, ku Nadia bibe aletek ji bo pêkanîna emelên girêj ya neyarên Kurmancan.

Zinarê Xamo Ser çava birayê ezîz. Ez baş nizanim kî vê xeta nekurdewar bi Nadîa Mûrad dide meşandin lê tiştê xuya ye Nadîa Mûrad xwe ji kurdayetiyê dûr dixe û naxwaze xwe wek kurdekê nîşan bide. Dijminên me pir in û hin kurdên bûne aletên di destê dijmin da jî hene û mimkûn e wan jî xwe dabe dora Nadîa Mûrad.
Lê dibê kurdan nehîşta Nadîa Mûrad têkeve vê xetê, dibê hukûmeta Kurdistanê bi xurtî lê xwedî derketa. Yanî wek te jî gotiye kêmasiyên me jî hene,
Lê li gel vê jî dibê em bi siyaseteke bi aqil bikanibin Nadîa Mûrad ji nava lepên ne xêrxwazên kurdan derxin. Bi rexneyên tûj û bi êrîşê ewê bêtir zirarê bidin xwe û ewê bêtir ji me dûr keve.




XXX
Axaftina keça kurd Nadîa Mûrad, xeladgira Nobela Aştiyê ya sala 2018.
Axaftineke muhteşem e.

Zinarê Xamo Na, axafina wê bi erebî ye.

İbrahim Yalçin Şexse bi kurdi ne peyivi ne kurde.We selam.

Rizgane Nure Nadîya mûrad li îraqê dijî ne li başurê kurdistanê heya vê demê nadîya ne gotîye ez kurdim-

Selami Doğan Çima bi Kurdî naaxive, yan ew jî wek gelek Ezdîyan dibêje: Em ereb in...

Zinarê Xamo Axaftifna wê ya bi erebî ne bi dilê min e jî. Ji ber ku bi erebî peyivî ezê jî pê qeherîm.
Di fîlmê belgeyî da bi kurmancî peyivî, lê îcar çima bi kurmancî nepeyivî ez nizanim.

Fuat Önen Te bigota bê di axaftiña xwe de çi gotiye em jî ji wê ihtîşamê bêpar nemana hevalo.

Zinarê Xamo Hevalo, min ji atmosfera salonê, mirûz û hêsirên însanan dibarandin fêm kir axaftina wê bi bandor e. 

Dema ew dipeyivî Qiralê Norweçê û şahbanûya Norweçê jî di nav da gelek însan digriyan. Heger axaftineke ne bi bandor bûya şahbanû û hewqasî însan nedigirîyan.
Rûdawê pir kin qala axftina wê kiriye. Di axaftina xwe da got, dibê sûcdar û qatilên êzdiyan werin cezakirin. Daîşê xwest civata êzdî ji ortê rake. Tu xelateke cîhanê nikane rûmeta êzdiyan paş da vegerîne. Dibê sûcdar werin cezakirin û edalet cîhê xwe bibîne.
Hêvî dikim kurd hemû axaftina wê bikin kurdî. Heger axaftina wê bi swêdî belav bikin ezê hewil bidim hin beşan jê wergerînim kurmancî.


Fuat Önen Malî ava hevalo. Gelek car tiştên bi alemê xweş bi me nexweş e. Ka qey xwedîxêrekê wergerîne zimanê em pê dizanin.

Zinarê Xamo Hevalo , bi erebî axaftina wê ez jî pê êşiyam. Di fîlmê belgeyî da bi kurmancî peyivî. Ez bawer dikim tesîra yên dorta wê ne. Lê heta nuha min nedîtiye gotiye ez ne kurd im. Belkî jî gotibe, lê min nedîtiye. Êzdî pir êşiyan e dibê em hinekî bînfireh bin.

Azadi Libertad Duh televîzyona #ARTE fîlmeke dokumentar ser #NadiaMurad weşand, di jêrnivîsa almanî de şaşî hebûn, digel ku @NadiaMuradBasee di piraniya fîlm de bi kurdî diaxivî, lê ew dinivîsandin ku "ew erebî diaxive". Di twîterê de min du wêne ji şaştiyên televîzyona #ARTE re kişandin. Ev ne cara yekê ye ku şaştiyên wisa bi heqê zimanê kurdî tên kirin.@Zinarala

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE