22 december 2018

Ji ber ku ew û lawê xwe bi kurdî peyivîn tirkekî bav kuşt û law jî birîndar kir


Ji ber ku Qadir Sakçiyê mûşî û lawê xwe yê 16 salî bi hev ra bi kurdî dipeyivîn tirkekî ew gulebaran kirin; bav mir û lawik jî birîndar e, hîn di nexweşxanê da ye.

Li bajarê Sakaryayê tirkekî bi navê Hîkmet Usta li bajêr gava dibîne Qadir Sakkçî û lawê xwe bi kurdî dipeyivin, ji wan dipirse:


"Hûn Kurd in an Sûrî ne ?”
Qadir Sakçî û lawê xwe Burhan Sakçî dibêjin ”em kurd in.”

Hîkmet Ustayê  tirk dibnêje:

”Kêfa min ji we ra nayê û denabça xwe ji ber xwe derdixe û law û bavê, herduyan jî gulebaran dike. Bav(Qedrî Sakçî) li nexweşxanê dimre û lawê jî birîndar e.

Li tu dereke dinyayê, li tu welatekî din, di nava tu miletekî din da wahşeteke wiha tu carî jî nehatiye dîtin. Faşîzim, nazîzim li  hemberî vê irqçîtiya tirk îdeolojiyên pir mahsûm in. 

Mirovahiyê(însaniyetê) hetanî nuha îdeolojiyeke hewqasî pîs û dirinde, heqasî dûrî însaniyetê nedîtiye.

Lê ev ne cara pêşî ye ji ber ku bi kurdî peyivîne tirkan kurd kuştine, di nava van 20 salên dawî da tirkan bi vê hincetê yanî ji ber ku bi hev ra bi kurdî peyivîne ya jî li muzîka kurdî guhdarî kirine bi sedan kurd kuştine.

Û berpirsiyarekî tirk ev nazîzim, ev hovîtî tu carî rexne nekiriye û tu carî nakin jî. Heta di bin ra destegê didinê, qatilan xweş dibînin.

Lema jî tirk vê irqçîtî û terora xwe li hemberî kurdan didomînin, çimî dewlet qatilan îdare dike.


Ji ber axaftina Kurdî bav hat kuştin û kur birîndar e

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE