21 december 2018

James Mattis hew kanîbû bi Trump ra debar bike



Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis hew kanîbû derdê Donald Trump bikşîne, lema jî îstîfa kir. 

Heger generalekî wek James Mattis xwedî tecrûbe nikanibe bi Trump ra îdare bike kes nikane.

Trump û Erdogan di gelek waran da dişibin hev...
 
James Mattis, di nama xwe ya îstîfayê da ji biryara Trump ya ji nişka ve ya vekişîna hêzên Amerîja ji Sûriyê aciya xwe daye der û gotiye, ”Amerîka hurmetê nîşanî mitefikên xwe nede nikane berjewendiyên xwe biparêze.”


Trump, ji siyasetmedar û serokê dewletekê zêdetir, wek tucarekî, wek fêkîfiroşekî bazarê hereket dike. 


Her roj hêza Amerîkayê wek malekî harac mazat dike, kî buhayekî pirtir tê bide difroşe wî.

Trump, bêyî ku bi der û dora xwe, bi şêwirmend û bepirsiyarên leşkerî yên li Sûriyê û li rojava bişêwire, fikrê wan bigre, bi telefonekê bi Erdogan ra bazarek kir û biryara vekişîna hêzên Amerîka ji rojavayê Kurdistanê û ji Sûriyê da...

Belkî jî ev bazara Trump ya bi Erdogan ra bû sebeb û dilopa dawî ku James Mattis îstîfa bike.

Xelk berê minaqaşe dike û dû ra biryarê digre, Trump berê di twîttekê da biryara xwe dide û dû ra bi şêwirmendên xwe ra minaqaşe dike. Biryara vekişîna ji Sûriyê jî wiha bû. Erê Trump biryara vekişînê daye lê mesele hîn neqediya ye, ev hevîr ewê hîn gelek av hilîne…

Kurdan li Sûriyê ne ji bo xwe tenê, ji bo Ewrûpayê û hemû dinya azad jî şer kirin û bi hezaran şehîd dan.

Li gel vê jî Trumpê tucar dixwaze bi kurdan ra bêbextiyê bike. Lê Fransayê ev bêbextiya Trump red kir. Nûnerê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî François Delattre, gotiye ”Fransa ewê hêzên xwe ji Sûriyê venekşîne û HSD jî nav da ewê ewlekariya hemû şirîkên Koalîsyona Navnetewî biparêze.”

Li dora 150 leşkerên fransî li rojava hene, lê Fransayê gotiye di rojên pêş da ewê hin leşkerên din jî bişîne.

Tirkiye ji vê beyana Fransayê pir aciz bûye. Em nemrin em hîn gelek tiştên nuh bibihîzin-

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE