20 december 2018

Ev biryara Amerîkayê dibê ji me ra bibe dersa dawî


Rast e, gelek şaşî û kêmasiyên PYDê çê bûn. Kanîbû siyaseteke hîn bi tolerans û bêtir netewî bimeşanda. Yanî meriv kane di hin waran da rexne li PYDê bigre. Lê belê sebebê biryara serokê Amerîkayê Trump ya vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê ne şaşî û kêmasiyên PYDê û kurda ye...


PYD û HSD eynî hêz in, do çi bûn, îro jî ew in û li dijî Amerîkayê tu tiştekî nuh jî nekirine.

Mesele berjewendî ye, dewlet tên kirîn. Perê meriv hebe meriv kane dewletan, heta Amerîkayê jî bikire. Û tew yekî wek trump tucar meriv kane pir rehet bikire û dijminên me him xurt in û him jî perê wan heye. 

Lê her tişt neqediya ye. Dibê meriv nekeve panîkê.

Heger hat û Tirkiyê êrîş kir(nuha wer xuya dike)kurd mecbûr in li ber xwe bidin.

Trump do got ewê leşkerên xwe di nava du mehan ya jî 100 rojan da bi tevayî ji Sûriyê vekşînin.

Ev beyana Trump ya wiha ji nişka ve helbet skandal e û bi kurdan ra bêbextiyeke mezin e. 

Lê Îngilistan li dij vê biryara Trump derket. Îro wa ye Fransayê jî li dij derketiye û gotiye hêzên me ewê li Sûriyê bimînin. 

Yanî Koalîsyona Navnetewî hîn bi rengekî resmî şêla xwe diyar nekiriye.

Ji Pentagonê jî di medyayê da beyanên li dijî hev belav dibin. 

Bi kurtî meriv kane bibêje rewş baş ne zelal e û Koalîsyona Navdewletî jî piştgirî nedaye vê beyana Trump.

Li Amerîkayê li dijî vê biryara Trump hin dengên xwedî hêz bilind dibin.

Lê li gel vê jî dibê kurd, partiyên kurd di zûtirîn wextê da xwe bidin ser hev û hemû partî û hêzên kurd bi hev ra beyanekê belav bikin. 

Îro li Qamîşloyê civînek heye, hêvî dikim hemû hêz beşdar bibin û biryara tifaqê bigrin.

Welhasilî kelam ev biryara Trump dibê ji bo me bibe dersa dawî ji bo ku em yekîtiya xwe çê kin.

XXX

Heger Amerîka bi rastî jî hemû leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne û kurdan di nava lepên Tirkiyê da bihêle, dibê kurdên her çar peçên Kurdistanê stratejiya xwe ya azadiyê ji kok da biguherin û li hin riyên nuh bigerin. Piştgiriya Xerbê ji bin da ji rojeva xwe derxin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE