08 november 2018

Serok û siyasetmedarê kurd dibê bi tirkî xîtabî gelê xwe neke !



Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) dike navê xwe biguhere, bike ”Partiya Komunîst a Kurdistanê”.

Çi bibêjim, ser xêrê be !

Serokê OSPê kekê Sînan Çîfteyurek do(7/11) di twîtteke xwe da mizgîniya guhertina navê partiya xwe wiha daye me û gelê kurd:


”Di 17ê mijdarê(17/11) da emê kongreya xwe li Anqerê çê kin û di vê kongreyê da emê navê partiya xwe biguherin, bikin Partiya Kumunîst a Kurdistanê. Em bi îdîa emê bi azadiya netewî ra cotmehên(oktobrên) nuh çê kin û ala sor li ser çiyayên Kurdistanê hil kin diçin kongrê. Silav li Şoreşa  Oktobrê be !”

Ji ber ku ez li derî welêt im dibe ku ez OSPê nas nakim û hêza wê nizanim. 

Lê hildana ala sor li ser çiyayên Kurdistanê ez dibêjim îdîayeke pir mezin e, gurûzî digre canê meriv…

Lê ne gelşa min e, diyar e heval bi şoreşeke wiha bawer dikin. Bawer nek in çima ewê bi vê şîarê herin kongrê?

Neyse, bira Kurdistan çê be, kî çê dike bira çê ke, ez piştgiriyê didim her hêza, her partiya Kurdistanê çê ke; Partiya Komunîst a Kurdistanê jî di nav da.

Lê tiştê bala min kişand û nikanim rexne nekim, Kekê Sînan Çîfteyurek,  ev sê çar gotinên xwe yên pir bi îdîa ne bi kurdî, bi tirkî nivîsî ye.

Serokê partiyeke bi îdîa ewê şoreşeke wek ya oktobrê çê ke û ala sor li ser çiyayên Kurdistanê hil de, ev sê çar peyvên xwe jî bi tirkî nivîsîye. Ev kar û ev îdîa li hev nake.

Serokê nikanibe sê çar gotinên li ser kongra xwe  bi kurdî binivîse, ya jî kane lê nanivîse, ya jî bîr nabe, ya jî ehemîyetê nadê, çi bibêje û navê partiya xwe bike çi jî vala ye.

Berî îdîayên hewqasî mezin, wek serokê partiyeke kurd dibê meriv bi zimanê gelê xwe binivîse, bi zimanê xîtabî însanan bike.. 

Hinek bi tirkî kurdan dikin îslamîst, hinek dikin tirkiyeparêz, kekê Sînan Çîfteyurek jî bi tirkî kurdan dike komunîst…

Tiştê xerîb kekê Sînan Çîfteyurek hîn do bû wî û 9 partî û hêzan li Diyarbekrê platforma li dijî asîmîlasyonê îlan kirin û gotin ewê êdî giraniyê bidin kurdî. Micadela we ya li dijî asîmîlasyonê ev e, bi vî hawî hûnê giraniyê bidin kurdî?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE