19 november 2018

Min bi destê xwe ji xwe ra kar derxist



Ji min ra kar derket. Him jî karekî ez ji heq nayêm der. Xanimê bi xwe ra îsot û ava îsota aniye. Min temî kiribû. Dibê nuha ez jê ra çîk çê kim.

Xweha min ji me ra bi destê xwe ava îsota derxistiye û du babet jî îsot çêkirine. Yek ji bo şîvê û tirşikê ye û yek jî ji bo çîk, nanê goşt û zelete ye. Ev îsota ji bo çîk û nanê goşt mohr e, sorekî tarî ye. Pir xweş e, meriv kane wek kunciyan bipeçîne…


Ava îsota jî(salçe)meriv heyrane lê binêre, meriv kane wek rûnê nivîşk di nanê xwe bide. Ez wek hingiv dixwim. Min nuha di nanê xwe da û xwar. Ava teze ye, bîneke pir xweş jê tê.

Li gund birayê xanimê jê ra çîkê bêgoşt çê kiriye, pir ketiye serê wê. Ji min ra dibêje hutul batil tu yê jî çîkê bêgoşt çê bikî.

Ji min ra kar derket, ji mecbûrî ezê jê ra çê kim.

Rahmetiyê bavê min profsê çîk bû, li Wêranşarê çîkê di ser çîkê Bûboyê Xamo ra tunebû. Meha remazanê cîranan kêf dikirin. Her êvar li mala me çîk hebû. Lê nizanim çima ez jê fêr nebûm.

Bes nuha îsot û ava îsota ji Wêranaşarê heta Stockholmê hatiye, lema ez mecbûr im ji xanimê ra çîkê bêgoşt çê kim. Min cara çê nekiriye, lê ezê carê xwe tê derxim. 

Îro derbas bû, lê rojeke din ezê biceribînim.

Min nuha li çend vîdeoyan nêrî, çîkê bêgoşt jî êdî populer e.

Berê çîkê bêgoşt tunebû, çîk bi goşt çê dibû. Ji çîkê bêgoşt ra digotin ”qîmê hêka” û beloê mêrdîniyan. Lê nuha wa ye çîkê bêgoşt jî êdî populer e. Ezê çîkê bêgoşt biceribînim.

Ji xwe ne kevirê me yê em goşt li ser bikutin heye û ne jî mîkutê em pê goşt bikutin. Dibêjin makîneyek heye, ew jî goşt dikute, lê ya me ew jî tuneye. 

Lema jî rojeke din ezê çîkê bêgoşt çê kim.

Çend sal berê min legan jî dabû anîn. Yanî legana min û hemû malzemeyên min hazir e, tenê dibê ez zend û bendên xwe vemalim û dest bi çêkirinê bikim.

Ev nivîs destpêk e, gava pêşîyê ye, bi xêr di gava duyem da ezê bi çongan têkevim erdê û xwîdanê ji xwe vemalim….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE