12 november 2018

Mêwe û pel û pincar bixwin û hemû nexweşiyan ji xwe dûr xin



Li ser bextê pisporan be, dibêjin li gorî lêkolînên nuh kesên mêwe, sebze û pel û pincar zêde dixwin kêm bi nexweşiya dil  û  qanserê(penceşêrê)dikevin.

Weleh xêra Xwedê ye, ez kêm dixwim lê ji nuha û pê da ezê zêde bikim. Xanima min zêde sebze û pel û pincar dixwe.


Min got ez vê xebera nuh bigihînim heval û şopînerên xwe jî, bira xêra min bigihîje çend kurdan. 


Ez zanim hinekên bibêjin bavo em viya ji zû da zanin û bi vê agahiya min bikenin. Lê dîsa jî zirara wê tuneye, belkî hîn çend kesên wek min hene klasîk hene, bira ew jê fêdê bibînin...

Ez naxwazim tiliya kurdekî li kevir keve. Helbet qesta min ne kurdên pîs û hevalên neyar in. Ew bi penceşêrê dikevin, nakevin ne xema min e.

Lê kurdên din çiqasî kêm nexweş bikevin û li hemberî van herdu nexweşiyên pir tahlûke bi tetbîreke hewqasî erzan bi wan ra bergirî(îmunîtê, jêbexşî)çê bibe baş e, xêra Xwedê ye.

Li gorî vê lêkolînê firingî(şamik) û sêv pir baş e. Xwedêgiravî sêv mahdê meriv digre, nahêle meriv zêde bi mahd û dilbijok be. Û heger meriv sibehan bi zikê birçî sêvê bixwe rûviyên meriv dide xebitandin. 

Ji min gotin, tiştê min xwend min hûn jî jê agahdar kirin, êdî hûn bi cî tînin, bi cî naynin kêfa we ye…

Kurd miletekî goştxwir e, lê her tim, her tim xwarina goştê sor jî ne baş e, giraniyê bidin mêwe, sebze û bi taybetî jî pel û pincar. Hemû pel û pincar derman e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE