09 november 2018

Kurd û îslamîyet û musilman


Di nava hemû musilmanan da miletê herî medenî, herî demokrat û herî xwedî tolerans kurd in.

Numûneya herî berbiçav Parlamentoya Kurdistana Federe û Rojavayê Kurdistanê ye. 


Li herdu beşên Kurdistanê jî, heta li bakur jî, kurd hîn nebûne dewlet, lê dîsa jî mafê hemû qewmên din nas kirine, çi mafê wan heye, eynî maf dane miletên din, yên ne ji xwe jî.

Di nava hemû musilmanan da miletê herî bêtir zulm, neheqî û xedir lê bûye jî kurd in. Miletekî nufûsa wî 40-50 milyon e bêdewlet e, yên ew bindest kirine musilman in û hemû dewletên musilman jî li dijî serxwebûna wan in.

Çar welatên musilman welatê kurdan dagir kirine û gelek barbarî û hovîtiyên dûrî aqilan anîne serê kurdan. 

Heta bigihîje zimanê me jî yasax kirine, nahêlin zarokên me jî bi zimanê xwe bixwînin. 

Hedefa her çar dewletên Kurdistan dagir kirine kurdan wek milet asîmîle bikin û ji ruyê dinyayê rakin.

57 welatên endamên Yekîtiya Îslamê hemû jî piştgriya dewletên welatê kurdan dagir kirine dikin; yek welatekî musilman jî li dijî dagirkirkeriya Tirkiyê, Sûriyê, Îraqê û Îranê dernakeve û destegê nade têkoşîna kurdan ya azadî û serxwebûnê.

Yek welatê musilman jî ji rojan rojekê dagerkerîya Sûriyê, Îraqê, Îranê û Tirkiyê û xedra li kurdan bûye mahkûm neke û nabe piştevanê vî miletê bêkes û mezlûm.

Lê li gel vê jî miletê ji îslamiyetê ra herî bêtir xizmet kiriye û pê ra sadiq maye kurd in. 

Kî di dewsa kurdan da bûya ewê dîn buguherta, ji îslamiyetê derketa. 

Çimkî yên welatê wan dagir kirine musilman in.
 
Yên zulmê li wan dikin musilman in.
 
Yên dest davêjin namûsa wan, tecawizî jin û keçên wan dikin musilman in.

Û ne îro tenê, musilmanan berê jî ev tişt kirine. Musilmanên herî baş jî, xelîfeyan jî eynî tişt kirine.

Yên nehîştine kurd bibin xwedî dewlet musilman in, ne hinên din in.
Yên di sedsala 21ê da jinên kurdan dikin koleyên seksê û difroşin hev musilman in.

Û ev qatil û hov li welatên musilman, di nava miletên musilman da disitirin û alîkariyê ji wan digrin. Ne dewlet tenê, miletên van dewletan jî bi qasî dewletên xwe nayarên kurdan in û dixwazin kurd heta û heta bindest bimînin

Yên her roj keç û lawên kurdan dikujin û bi darda dikin musilman in.

Kîja rojê Yekîtiya Îslamê li dijî terora Îranê û Tirkiyê derketiyte?

Axir çi xerabî û zulm tê bîra we, ev her çar dewletên musilman yên welatê me dagir kirine tînin serê me û yek welatekî musilman jî rojekê li Koma Miletan li dijî vê zulm û xedra li me dibe dernaketiye, dernakeve.

Û kurd dîsa jî dev ji vî dînê bûye şûrê di destê dijminên wa da û pê serê wan tên firandin bernadin, dîsa jî ji ereb, faris û tirkan bêtir bi vî dînî ra sadiq dimînin.

XXX

Kurdayetiyê gelek kes perîşan kirin, bi çol û çepelan xistin, di zindanan da rizandin, bi keviran ve zeliqandin, îş û felekatên nemayî anî serê wan. 


Lê li alî din gelek kesên pênc pera jî nakin, gelek rût û sûtên kuçan jî kirin xwedî meqam û serwet.

Yanî kurdayetî ji bo hinekan bû trajedî û ji bo hinekan jî bû piyangoya milî. Ev sed sal e ev trajedî bi vî rengî berdewam e, baş û camêr perîşan dibin, pîs û keysperest û pûlperest jî kêf dikin, dewlemend dibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE