24 november 2018

Erdogan li Diyarbekrê kurdekî xulamê dewletê layiqî namzediyê nedît


AKPê qeyûm kirine namzedên belediyeyên Diyarbekrê û Hekariyê. Belkî li hin bajarên Kurdistanê yên din jî qeyûm kirine namzed.

Diyar e Erdogan kurdên bûne xulam û cahşên dewletê jî layiqî namzediyê nabîne. Lema jî ne kurdekî diyarbekrî, qeyûmê Diyarbekrê kiriye namzedê belediyê.


Bi dîtina min Erdogan pir baş kiriye, dibê meriv kesên bêşexsiyet nexe dewsa însên.

Merivê welatê xwe, gelê xwe neparêze, bibe hevalê hêza dagirker bêyî tûkirina rû û ricimandinê ne layiqî tu tiştî ye. Erdogan jî wer kiriye, ji hemû xulam û cahşan ra gotiye hûn sifir in...

Kurdê hîn jî bi AKPê ra bimîne û bibe namzedê wê yê belediyan tu ferqa wî/wê ji qeyûmê dewletê tuneye.

Tirkiyê welatê me dagir kiriye û wek hêzeke dagirker nahêle em xwe îdare bikin; bajarên me bi leşker û walîyan û belediyên me jî bi qeyûman îdare dike.

Wek miletekî welatê wî bi darê zorê hatiye dagirkirin tiştê dikeve ser milê me li hemberî vê dagirkeriyê û zulma li me dibe liberxwedan û micadeleye. 

Helbet her kes newêre, nikane micadelê bide, şertên her kesî ne misaîd e. Heta dereceyekê meriv viya fêm dike.

Lê tu kes ne mecbûr e bibe hevalê hêzên dagirker. Kesên bibin hevalên dagikeran û namzedên wan êdî ew jî di cepheya hêzên dagirkerda ne, êdî ew jî beşekî hêzên dewletê ne.

XXX
Kîjan heywan(teba) dibe bira bibe tu lêxî, zulmê lê bikî ewê ji te hez neke. 

Însan jî wiha ye, dema tu neheqiyê, zulmê lê bikî, lêxî, mafê wî bixwî, welatê wî dagir bikî, zimanê wî yasax bikî, ewê ji te hez neke, ji te nefret bike. 

Lê gelek kurdên me derî vê qanûna xwazayî û însanî ne, tirk çi zulmê, çi neheqiyê li wan bikin jî ji tirkan û ji dewleta tirk hez dikin.

Tirkiyê welatê wan dagir kiriye, hebûna wan qebûl nake, zimanê wan yasax kiriye, nahêle zarokên wan bi zimanê xwe bixwînin, bi hezaran kurd di zindanan da êsîr girtine, lê bi hezaran kurd dîsa jî dibin hevalên dewletê û ji dîktaror û zalimên ew ji xwe ra kirine kole hez dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE