25 september 2018

Miletê kurd bi îradeya xwe ya azad gotiye serxwebûn!



Sala çûnî(par) roja 25ê îlonê ji bo referandûma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê bûm û bûm şahidê rojeke tarîxî.

Ji %93ê miletê kurd ji bo serxwebûnê got erê. Bi vê netîceya referandûmê ez gelkî dilşa bûm û bi hêviya ezê welatekî serbixwe bibînin vegeriyam mal.


Lê nîzama dinyê ya pûşt, hêzên dagirker û bêtifaqî û xiyaneta hundur rê nedan azadiya me, hêvîya me qurçimandin. 

Lê belê me carê gotiye serxwebûn, kes nikane vê îrade û biryara gelê me tune û înkar bike!

Îro nebe, rojeke din, emê roja serxwebûna miletê kurd bibînin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE