16 september 2018

Li Stockholmê du bîranînên girîng !



Îro li Stockholmê du bîranînên kurdên rojhilatê Kurdistanê (Îranê) hebûn.

Saet di 12.30î da bîranîna gorrbihuşt Dr. Saîd Şerefkendî bû. Û saet di 14.00a da jî bîranîna 17 şehîdên roja şemiya borî (8/9-18) li Koyê ji alî Komara Îslamî ya Îranê ya faşîst ve hatin çehîtkirin.


Di bîranîna Dr. Saîd Şerefkendî da Dr. Haşim Ahmedîzade û Dr. Xalid Xeyatî li ser êrîş û hovîtiyên Îranê û nîjadperestiya faris ya antî-kurd û girîngîya xurtkirina nasyonalîzma kurd du semînerên pir hêja pêşkêşî guhdaran kirin. Dr. Haşim Ahmedîzade û Dr. Xalid Xeyatî herdu jî li zanîngehê mamoste ne

Hêvî dikim vîdeoyên herdu semîneran jî werin weşandin. Li ser hêzên dagirker çima tarîxê belovacî dikin, çima hemû sembolên kurdan yasax dikin, çima cîyên gorrên serok û şehîdên kurdan bi dizî digrin ûnahêlin kurd herin ser gorrên mitiyên xwe û çawa û bi çi nahêlin nasyonalîzma kurd xurt bibe, herdu akademîsyenan jî tiştên pir hêza gotin. 

Li gorî wan dijmin ne tenê Kurdistan, mejiyê kurdan jî dagir kirine, nahêlin kurd tarîxa xwe nas bikin, nahêlin kurd bibin xwedî şexsiyet û sembolên netewî. 

ji bo ku bi kurdan ra hest û şiûra kurdperwerî xurt nebe her rêyê û metotê bi kar tînin.


Di bîranîna 17 şehîdên HDKê(Hizbî Demokratî Kurdistan)da jî berpirsiyarê HDKê bi dûr û dirêjahî li ser êrîş û îdam û hovîtiyên rejîma melayên faşîst rawestiya û gelek numûne dan û got êrîşên bi vî rengî ewê tu carî nikanibe karwanê azadiyê rawestîne û ew hêvî dike di demeke nêz da hêz û partiyên kurdên rojava ewê yekîtiya xwe îlan bikin.

Herdu bîranîn jî pir bi rêk û pêk û pir qelebalix bûn. Bi taybetî jî bîranîna şehîdên Koyê qelebalixeke heta nuha min tu carî nedîbû hebû, qelebalixeke mahşerî bû. Meriv digot belkî hemû kurdên li Swêd ahtine.
Li gel ku salon pir mezin bû, belkî cîyê 1000-1500 kesî hebû, lê hewqas kes jî li derve ma. 

Dr. Şrefkendî, 17 şehîdên Koyê û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE