18 september 2018

Gerek xewn û xeyala me hemû kurdan welatekî azad be



Meriv bi bindestiya xwe bihese, xwe nas bike baş e. 


Lê ev pêhesîn di eynî wextê da janekê dixe hinavê meriv, li bedena meriv dibe kerasekî ji êgir.

Meriv ji her kesên azad û xwedî welat didexise. dibêje çima ez ne wek wî me?


Kînga ezê jî wek wî bibim xwedî welat?

Xewn û xeyala her kurdî dibê dewleteke kurd be, Kurdistan be !
Ya na emê di vê kûçikaniyê da bin heta bi heta...


XXX
Partiyén başûr ne li ser serxwebûna welatê xwe, li ser kursiyeke xizmetkariya ji ereban ra ketine reqabetê, xwe di ber hev ra dikin, talibê kursiya xizmetkarê ereban pir in.

Welatê xwe firotin ereban nuha jî li ser xulamtiya ereban li hev nakin. Carê fêrî bindestiyê bûne.

Qûna elimî tirra, devê elimî vira, çê nabe heta bi heta...

XXX
Savci Sayan kurdekî çaqokêşê û şelafê Erdoxan û dewletê ye û ji bo têkeve meclîsê tê ra xwe jî şelafiyê û neyartiya kurdan dike. Vî zilamê dewletê li ser kurdan gotinek rast kiriye, gotiye:

”Kud ji bo pezekê mêrekî dikujin û dû ra jî 500 pezî didin ji bo li hev werin.”

Gelek kesî ew rexne kiriye. Bi baweriya min jî kê ev gotin gotibe rast e, ev zîhniyet hîn di nava me da heye, kurd ji bo mîhekê, golikekê, mirîşkekê û bihostek erd hîn hev dikujin û bi salan di zindanên dijmin da dirizin.

Hozan Brader Bavê min gelek car ji civatê re digot:
"qaşo em ji bo namûsê şerê hev dikin û dikevin qereqol û hefsan û dê û jinên me li ber derîyê hefs û qereqolan stuxwar dimînin.Ma eve namûs"?

Zinarê Xamo Camêr rast gotiye. Hemû kurdan welatê xwe jî wek namûsa xwe bidîtana nuha em ne bindest bûn, em azad bûbûn.





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE