24 september 2018

Dibê sibe li Fûara Diyarbekrê meriv yek kitêbê jî ji weşanxaneyên tirk nekire !



Fûara Diyarbekrê ya Kitêba sibe dest pê dike. Afîşa TUYABê tenê bi tirkî ye, kurdî tuneye.
 
Fûar li Kurdistanê li bajarekî kurda yê herî polîtîze ye ye, lê di afîşa Fûarê da kurdî tunye.

Ji ber ku em bindest in û ne xwediyê welatê xwe û bajarê xwe ne lema jî em nikanin tiştekî bi TUYABê bikin.

Lê heger em siyasî bin, nasyonalîst bin, em xwedî şiûrekî netewî bin em kanin weşanxaneyên tirk û nivîskarên wan protesto û ceza bikin.

Çawa?

Pir basît e Dibê meriv ji weşanxaneyên tirk yek kitêbê jî nekire û neçe li nivîskarên tirk guhdarî neke û li kesên bi tirkî dipeyivin guhdarî neke.

Di 21ê yekê mehê da min min got:

”ji bo alîkariya weşanxaneyên kurdî be jî dibê meriv kitêbên kurdî bikire.

Lê dibê meriv kitêbên bi tirkî nekire û neçe konferansên kurdan yên bi tirkî.”

Nuha jî ez dibêjim dibê meriv yek kitêbê jî ji weşanxaneyeke tirk nekire û neçe li nivîskar û şairên tirk guhdarî neke.

Dibê meriv ji weşanxaneyên kurd tenê kitêban bikire û here li kurdan guhdarî bike, lê ne li tirkan.

Bira tirk bibînin heger ew qedir û qîmetê nedin zimanê bikirên(mişteriyên)xwe ewê zirarê bikin.

Wan çawa zimanê me qedexe kiriye, dibê em jî kitêbên wan nekirin û li nivîskarên tirk guhdarî nekin.
Dibê îşev di medyaya sosyal da her kes vê propagandayê bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE