10 augusti 2018

Varik e hêkên hesinî dike



Eger were bîra, mikn tim gotiye Erdogan ewê bela xwe bibîne, ev stûrî, ev zulm jê ra namîne. 

Ne ku ez bawermend im lema wiha dibêjim, na, ev analojiyeke sosyolojîk e, yê kêf û bextewariya wî, kursî û meqamê wî li ser zulmê ava bûbe, aqûbeta wî berbat diqede. Bi piranî dawiya hemû dîktatoran xerab diqede.


Texmîna min rast derket, wa ye efendî bela xwe ji Amerîka û ji dolar dît, dolar ewê wî bîne rê, derseke pir baş bidê.

Elimî bû devê Yekîtiya Ewrûpayê û Merkelê, bi şantajan ji wan xûg digirt û ev yek ji xwe kiribû sîstem. Lê bi rehîngirtina keşe Brunsonê emerîkî
 şaşiyek mezin kir û nuha jî baca vê şaşiya xwe dide, ewê li ser efendî pir buha rûne.

Megalomanî nexweşiyeke xwemezindîtinêye. Kesê megaloman, xwe pir mezin dibîne, tim dibêje ez û ez, tim pesnê xwe dide. Heydanê xwe ye. 

Ev şexsîyeteke narsîstîk e û bi piraniya tirkan ra heye. Tirk  xwe pir mezin nîşan didin, wek beqan xwe pir dinepizînin, gelkî heyranê xwe ne. Ev yek ji ber nasyonalîzma wan ya pir eksrem tê.  

Lê di esasê xwe da kompleksa xwebiçûkdîtinê ye. Tirk li hemberî ewrûpiyan xwe biçûk dibînin.

Kesê megaloman, narsîst ji bo ku vê komleksa xwe veşêre, xwe mezin nîşan dide. Lê di rastiyê da ne tiştek e, xwe dike pêkenîn.

Lema jî emerîkî, ewrûpî bi çavê cahilan, bi çavê zarokan li tirkan dinêrin, zirzopiyên siyasetmedarên wan îdare dikin, zû bi zû bersîvê nadin wan.

Kurd ji bo kesê zêde qure û ji nava xwe razî dibêjin, ”hîn nebûye varik, hêkên hesinî dike.”

Rewşa Erdogan beg jî ev e, ”varik e, hêkên hesinî dike”, ev nabe.



Lema jî feqîro, belengazo ji bêçaretî ji emerîkiyan ra gotiye “heger yê wan dolarê wan hebe, yê me jî Xwedayê me heye…”

Ev tê maneya teslîbûnê, tê maneya ez bêçare me.

Lê amerîkiyan ne tenê bi gotinê, mêrikan li ser perê xwe jî nivîsîne; In GOD WE TRUST” yanî ”Em bi Xwedê bawer dikin.”

Yanî Xwedayê xwediyên dolaran jî heye, ew jî bi Xwedê bawer dikin. Û him jî ev yek li ser perê xwe nivîsîne.

Heyeta tirk do kortika hustuyê xwe xurand û destvala ji Amerîkayê vegeriya Anqerê.

Bi belavbûna vê xeberê ra lîra tirk ser serî çû xwarê, bû berf û heliya. Tiştek bi Erdogan nayê, lê mala feqîran şewitî, di nava hefteyekê da sedî 30 feqîr bûn.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE