07 augusti 2018

Tirkiye li ber îflasê ye



Tirkiye li ber îflasê ye Yildiz Tîlbe dixwaze Tirkiyê xelas bike...

Yildiz Tîlbe xanimê ji bo ku Tirkiyê ji îflasê xelas bike ji reîsê mezin ra pêşniyareka pir maqûl û xweş pêşkêş kiriye, gotiye:

”Em TL çap dikin, em kanin Dolar jî çap bikin. Hewqas deyn emê ji ku bidin? Heta qiyametê jî em nikanin vî deynî bidin, wek TL, em Dolar jî çap bikin. Ha me çap kiriye, ha wan, çi ferq dike…”

Bi baweriya min jî pêşniyarek pir xweş e, çare ew e. Dibê Tirkiye Dolar û Euro jî çap bike.
Ya din birêz Erdogan serokkomar e, çima ji vê meselê ra çareyekê nabîne ez fêm nakim. Ma ji bo çi bû serokkomar?


Ma ne ji bo rojên wiha bû serokkomar?

Dibê nehêle qîmeta perê Tiorkiyê bikeve.

dibê nehêle qîmeta Dolar zêde bibe...

Ev nîna ye, tirnîna hîn li dû ye...

Wa ye ambargoya Amaerîka ya li hemberî Îranê jî xwe da ser. Ev yek ewê îşê reîs xerabtir bike..

Gava mirîşk xwe bi qazê ra birewisîne, bixwze hêka qazê bike ewê qûna wê biçire. 

Tiştê xuya dike bi quretiyên vala qûna Tirkiyê qelîşî.

Do dîsa xwe avêtin dexlê Pompeo, di nava du rojan da ewê heyetekê bişînin Amerîkayê.

Ketine çamûrê, avzêmê nikanin jê derên. 

Çeqel têkeve postê şêr jî nabe şêr, çeqel dibê çeqeltiya xwe bizanibe.

Beq çiqasî xwe binepixîne jî nabe ga. 

Tirkiye beq e, bi fortan nikane bibe ga…

Tirkiye bi vê birçîtiya xwe meydanê ji Amerîkayê ra, ji Ewrûpayê ra dixwîne, dixwaze li hemêrêma xwe bibe împaratorîyek mezin û hukim li her kesî bike. Ev sewdakî vala ye, Tirkiye BEQ e, dibê hedê xwe bizanibe...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE