16 augusti 2018

Stenbol, bajarê genî



Sîteya(malpera) xanîkirêkirînê Spotahome li ser 89 bajarên dinyayê lêkolînek kiriye. Di nava 89 bajarên dinyayê da bajarê herî bêsihet, herî qilêrokî û ji bo jiyanê herî ne xweş Stenbol di rêza 88a da ye. 

Îzmîr di rêza 83a da û Bursa jî di rêza 72a da ye.

Yanî li dinyayê di nava 89 bajarên herî bêsihet, herî qilêrokî, herî tevlihev, herî pîs, qelebalix û ji bo jiyanê herî bi problem Stenbol ji dawiyê di rêza 88a da ye û bajarê Fasê Casablanca jî di rêza 89a da ye yanî di rêza herî dawî da ye...


Turîstê dihere Stenbolê kêmaqil e. Stenbol bûye Qahîre. Tirk ji xwe bêkultur in, ereb jî lê zêde bûn, tam bû felaket.


Meriv kane viya ji bo hemû bajarên Tirkiyê jî bibêje. Bajarên Kurdistanê ne tê da, îro hemû Tirkiye bûye cehnime, di warê siyasî, kulturî, urbanîzmê, çûn û hatinê da Tirkiye ne welatekî meriv lê bijî. Ji bo piraniya nufûsê tu ferqa Îranê û tirkiyê tuneye.

Di vê cahnima rastîn da helbet rewşa kurdan ya herî xerab e, hemû kurd di bin zulm û teroreke nedîtî da ne.


Reşo Kanî Nizanim ger hûn zanin yan na, lê ew 2 fotografên we bi kar anîne taxa kurda ye, ango Tarlabaşî ye. Wekî din cihê ku ez tê de mezin bûme. Kesên ku di wan fotografan de hûn dibînin kurd in, piranîya wan kurdên Kerboranê ne. Piştî valakarina gundan hatibûn Tarlabaşiyê.

Zinarê Xamo Reşo Kanî, min risim ji Googlê girtin û min nizanîbû herêm ya kurda ye.
Lê ferq nake, Stenbol bajarekî tirka ye û dinya jî wer lê dinêre. Sîteya ew lêkolîn kiriye jî negotiye li taxa kurdan, gotiye li Stenbolê jiyan zor e, bajarekî ne sihî ye.
Heger dewlet dewlet bûya nedihîşt bajarê wan têkeve vî halî û însan di vî halî da bijîn.
Lê tiştê te gotiye trajediyeke me kurda ye, ez pê xemgîn bûm..Beskrivning: https://www.facebook.com/images/emoji.php/v9/f16/1.5/16/1f62a.png

Reşo Kanî MIn xwest notekî deynim Xalo... Weki din peyva trajedî jî kêm tê bo kurdan...

Zinarê Xamo Rast e, heta em bindest bin, nebin xwedî dewlet halê me ewê ev halê malkambax û kezebşewat be...

Zinarê Xamo Dibê viya jî bibêjim, bi vê nota te pir kêfxweş bûm, te bi vê agahiya xwe karekî pir baş kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE