09 augusti 2018

Pîs û rind ji hev geriyan




16 salên îktîdara AKPê di nava kurdan da merivên baş û xerab, yên qelp û saxlem, yên bi namûs û bênamûs, yên bi şeref û bêşeref, yên kurdperwer û cahş, xayin û neyarên qewmê xwe ji hev gerand.

Ev jî feydeyeke ne hindik e. Nuha meriv zane kî çi mal e, kî kurd û dilsozê welatê xwe ye, ya jî hevalê dijmin e.


XXX
Bêtalihî û trajediya me kurdan em ketine bin destên sê miletên gelkî paşdamayî û heta hûn bixwazin zalim û ji kultura demokrasiyê bêpar. 

Hemû afrîkî jî bindest bûn, ji sedî yekê me jî bedel nedan û hemû rizgar bûn.

Lê ji ber ku dagirkerên me hov in, ji medenîyetê bêpar in bi rehetî mafekî herî biçûk jî nadin me. Dixwazin koka me biqelînin. Tenê ji zorê fêm dikin.

XXX
Civata tirk ya îro bûye wek goştê genî, wek nanê kufikî. Bi şuştinê, bi paqijkirinê pak nabe.

Hêzên îslamî li kîjan welatî bûn îktîdar mala wî welatî şewitandin. Îdeolojiya îslamî însanan ji pêşketinê, ji medenîyetê, ji însaniyetê, ji demokrasiyê dû rdixe, dike hov.

Îspata vê yekê berê Îran bû, Suûdî bû, nuha jî Tirkiye ye. Îktîdara îslamî civatê ji hemû dilpakî û fazîleta însanî dûr dixe.

Tirkiye bûye wek zindaneke îslamî û çeteyan, bi lez û bez ji hemû nirxên medenîyetê û însanî dûr dikeve.

Ne tenê kurd, çep û muxalif, hêzên îslamî jî ji ber zulm û terora vê rejîma îslamî direvin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE