09 augusti 2018

Wele ez mame di orta xelîl û celîl da



Her roj çend daxwazên hevaltiyê ji min ra tên. Navên profîlên wan sexte û ne rast bin jî navên piraniyê bi kurdî ye. 

Lê dema ez bala xwe didim malperên wan yên Facebookê hemû bi tirkî ne. Nav bi kurdî ye, nivîs bi tirkî ye.

Ez naxwazim daxwaza kurdê kurd e red bikim, lê ev serdestiya zimanê tirkî jî min gelkî aciz dike, bi min zor tê.


Gava dibînim hewqas kurd ketine bin bandora tirkî, tirkî bûye zimanê hewqas kurdên şiyar û welatparêz xeyalşikestî dibim, moralê min xera dibe.

Kesê bi kurdî zanin û tirkiya wan pir xerab e jî xwe li tirkî dikin bela. Zanin nivîsîna bi tirkî şaş e û bi zirar e, viya qebûl dikin, lê dîsa jî dev jê bernadin. Fena ku ala spî hilda bin û teslîm bûbin. Tu çi dibêjî tesîrê lê nake, dikeve vî guhî, ji guhê din derdikeve…

Naxwazim dilê kesên bi tirkî dinivîsin bihêlim, lê belê meriv hewqasî jî nabe evîndarê zimanê neyarê xwe. Nivîsîna bi kurdî jî bi qasî micadela siyasî û derketina serê çiyê muhîm e.

Bi hêviya ku belkî tesîreke min li wan bibe daxwaza wa nya hevaltiyê red nakim, qebûl dikim. 

Lê nivîs û pervekirinên wan yên bi tirkî min nerehet û xemgîn dike ev jî rastiyeke.

Ne ereban û nej î farisan bi qasî tirkan em asîmîle nekirine, ev serketina tirkan min kezebreşî û merezarî dike…

Selahê Musê Mamoste hevaltiya Wan qebul bike ê bî kêmsî fêrî nivîsa Kurdî bibin.

Mence Aldur E em cawakin! ”Dewe malé tirśé” /”gèyayé hewśé tala” Kek Zinar gelek kurdé li Europa dijin civat û jiyana wan bi zimané tirkiyé. Tamá wan civatan ji be tamé”keleyè”(wek xwarina be xwé) Silav û rez

Sores Bladhede Kekê Zinarê Xemo,ew tirknivîsana ser êşa min e jî.Tirkînivîsan nakim hogêrê FBê û kurdînivsan hildibijîr im!


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE