24 augusti 2018

Kurdê neyartiya Îsraîl û Amerîkayê bike ya korfahm e ya jî ne dilxwazê kurda ye



Kurdê îro dijminatiya Amerîkayê û Îsraîl bike korfahm e, ne xêrxwazê kurda ye, heta hevalê neyar e. 

Çi bi zanetî û çi jî bi nezanî, kî dijminatiya Amerîka û Îsraîl, lê bi taybetî jî ya Amerîkayê bike neyartiya kurdan û xizmeta dijminên kurdan dike.


Hin kes bi navê çepîtiyê û hin kes jî bi navî dîn û dîndariyê dijminatiya Amerîkayê û Îsraîl dikin. Heger ev kes ne zilamên Tirkiyê bin, pir saf, nezan û korfahm in.

Dibê em hemû kurd baş bizanibin heger Amerîka sibe dest ji ber me bikşîne û ji tirk, faris û ereban ra bibêje destê we ji we ra, ez îşê xwe ji şerê we kurdan naynim, bawer bikin Tirkiye, Îraq, Sûriye û Îran di nava hefteyekê da ewê qira me bînin, ewê hemû bajarên me na bikin Efrîn. 

Yê nehîşt Hewlêr bibe Efrîn Amerîka ye. Heger Amerîkayê destûr bida, ne Kerkûk û Xurmato tenê, Hewlêr, Dihok û Zaxo û Silêmanî jî dihatin dagirkirin, ew jî dibûn Kerkûk û Efrîn.

Tirkan heta nuha Rojava û NATO baş xapandin,lê wer xuya dike êdî nikanin bixapînin, Erdogan maske xist û wehşê neyarê Rojava derket meydanê.
Bi Rûsyayê ji Natoyê û Amerîkayê ra şantajê dikin, lê ev yek rewşa wan xerabtir dike. Dawiya xapandinê hat, kum ket, qartikê gurrî derket ortê.

 XXX
Du tişt jiyanê bi min didin hezkirin: Azadî û evîn.
Ji bo evînê jiyana xwe didim, lê belê ji bo azadiyê evîna xwe feda dikim.
///Aleksandra Dumas

Dibê em kurd azadiay xwe di ser her tiştî ra bigrin, gava em ne azad bin tu tiştekî me tuneye; evîna me jî, malê me jî, canê me jî ne yên me ne, hemû di bin destê dijmin da ne.

 XXX
Çetîn Altan gotibû, ”Li xerbê duello heye, li Rojhilat kemîn.” Ji ber ku em di nabêna Xerbê û Rojhilat da ne, em bangî duelloyê dikin, lê kemînê datînin."

Rast e, serê salan e tirk vê konetiyê û qeleşiyê dikin.

Bi kurdan ra tu carî bi mêranî şer nekirine, tim bi saya kemînê û bi xayintiya kurdan bi ser ketine. 

Ya xerab xayinên kurdan roj bi roj zêde dibin, ev jî cesaretê dide dijminên me.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE