21 juli 2018

Tirkiye dixwaze Îsraîl erebî wek zimanekî resmî bihêle, lê ew bi xwe wî mafî nade kurdan

Parlamentoya Îsraîl



Parlamentoya Îsraîl bi biryarekê zimanê erebî ji statuya zimanê resmî derxist. Heta nuha li Îsraîl erebî jî wek îbranî zimanekî resmî bû.

Lê belê qanûna nuh erebî yasax nake, erebî di dibistanan da ewê dîsa wek zimanê perwerdê da dom bike û di her warî da serbest be. Feqet ewê ne zimanekî resmî be.  
Ez bi xwe vê qanûnê rast nabînim û piştgiriya wê nakim, dibê erebî jî wek îbranî zimanekî resmî be. Ez vî mafî ji Tirkiyê ji bo gelê xwe jî dixwazim.


Lê tiştê ecêb û sosireta giran berdevkê serokkomar Îbrahîm Kalin û Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu ev qanûna li ser zimanê erebî bi şîdet protesto kirine, gotine nabe Îsraîl bibe ”dewleteke yahûdî netewî”, gerek zimanê erebî jî wek îbranî zimanekî resmî yê dewletê be.

Tirkiye dixwaze li Îsraîl erebî zimanekî resmî be, lê belê ew bi xwe kurdî nake zimanekî resmî, nahêle zarokên kurd bi kurdî perwerde bibin. Nahêlin kurd rojnameyekê derxin.

Bira perwerdeya bi zimanê kurdî li wir bimîne, nahêlin li meclîsê parlamenterekî kurd du gotinan bi kurdî bibêje.

Gava parlamenterek bi kurdî du peyvan dike, mîkrofonê digrin û stenograf dibêjin xatib bi zimanekî nayê fêm kirin peyivî.

A xwediyên van qanûn û îcraatên irqçî, faşîst Îsraêl rexne dikin û dixwazin erebî wek zimanekî resmî bimîne.

Kî Îsraîl rexne bike mafê wî heye, lê belê mafê tirkan tuneye Îsraîl rexne bikin. Çimkî rewşa kurdan, piştî vê qanûna nuh jî hezar qatî ji ya filistîniyan xerabtir e.

Lê meriv bêheya û bêar be şerm nake, him di warê demokrasiyê da nagihîjin nenûka Îsraîl û him jî Îsraîl rexne dikin.

Çimkî li ber xwe nakevin û ya din jî kesê ji wan hesab bipirse tuneye.

Dixwazin Îsraîl ne dewleteke netewî-yahûdî be, lê ew bi xwe her roj dibêjin ”yek milet, yek dewlet, yek al, yek meclîs…”

Dibê kurd viya durûtiyê bi bîra wan xin, bibêjin afê hûn ji bo filistîniyan ji Îsraîl dixwazin çima hûn nadin kurdan?

Yek kurdekî AKPê ranabe ji Îbrahîm Kalin û Çuvuşoglu ra nabêje, hûn dixwazin li Îsraîl erebî zimanê resmî be, baş e çima hûn kurdî nakin zimanê resmî?

Çima hûn vî mafî nadin kurdan?

Kurdên AKPê pirseke wiha ji Kalin û Çavuşoglu nakin, çimkî bêxîret in, çimkî êdî ne kurd in, bûne xulamên tirkan û lema jî ji bo gelê xwe doza mafekî herî biçûk jî nakin. Lema jî tiştê ji bo filistîniyan ji Îsraîl dixwazin, ji bo gelê xwe naxwazin. Û ne tenê naxwzin, wek faşîstên tirk li dij in zimanê kurdî bibe zimanê resmî, li dij in kurd azad bibin, ya jî bibin xwedî otonomî.


Dibê partiyên kurd, ronakbîrên kurd, parlamenerên li ser navên kurdan li meclîsê ne ji Îbrahîm Kalinê heramzade ra, ji kurdên AKPê yên din ra bibêjin çima hûn zimanê kurdî nakin zimanê resmî, tiştê hûn ji filistîniyan ra ji Îsraîl dixwazin çima hûn nadin kurdan?



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE