26 juli 2018

Tirkiye dev ji neyartiya kurdan bernade


Dewleta tirk careke din hovîtiya xwe nîşan da, îcar jî kitêba Tarîxa Kurdistanê ya di nava weşanên Avesta da derketibû yasax kir.

Dewleta barbar, mirovên ji însanîyetê, medenîyetê û demokrasiyê bêpar dijminên kitêban, ilm û îrafnê ne.


Ev dewlet, ev milet him ji medeniyetê û demokrasiyê bêpar e û him jî neyarê her tiştê kurd e, dixwaze zimanê kurdî, tarîxa kurdan, edebiyat û muzîka miletê kurd ji ruyê dinyayê rake.



Çimkî xwe biçûk û kurdan mezin dibîne.
Çimkî dewleteke irqçî û rejîmeke faşîst e.
Xwedêgiravî Tirkiye dewleteke mezin e.
Wey tir !


Li dinyayê tu dewleteke bi rastî dewlet e kitêban, rojnameyan, kovaran yaxax nake !


Ancax deletên bi nav dewlet kitêbeke li ser tarîxa miletekî yasxa bike…


Dewleteke mezin û medenî û ne îptîdaî, ne irqçî û ne faşîst be çawa kitêban, berhemeke li ser tarîxa miletekî yasax dike?


Yasaxkirina kitêbeke li ser tarîxê karê dewlet û miletên prîmîtîv û ji medenîyetê bêpar e.


Yasaxkirna Tarîxa Kurdistanê ne ji dewleta tirk ra û ne jî ji tirkan ra ne şeref e, şerm e, rûreşî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE