15 juli 2018

Sohbeta bi dost û hevalan ra xweş e



Do çend hevalên min yên ezîz mîvanên me bûn. Me bi hev ra rojeke pir xweş derbas kir. Ji zû da bû ez hesretê rojeke wiha, sohbeteke wiha bû.

Şansê me hebû, do roja Stockholmê ya herî germ bû, dinya çîk sayî û 30 derece, belkî jî hîn zêdetir germ bû. 


Lê hewşa me wek zozanên Qerejdaxê ye, bayê honik tu carî jê kêm nabe.

Li vir ez li ser navê xwe û navê xanima xwe spasasî hemû hevalan dikim ji bo ku zahmet kirin û hatin û bi hatina xwe em gelkî kêfxweş û dilşa kirin. Her wisa gelek spas ji bo hemû diyariyên ji me ra anîn. 

Her wisa ez dixwazim bi taybetî spasî Şukran, Hulya, Muzeyen, Gulçîn, Mencê û Perwîn xaniman jî bikim. 

Ne alîkariya wan bûya îşê min û xanimê gelkî zahmet bû. Bi saya alîkariya wan him barê me pir sivik bû û him jî em li hemberî mîvanên xwe mahcûb nebûn. Xwedê kesî bê dost û bê heval neke.

Lê dibê ez heqê Nîhat Saganda jî nexwim. Ne alîkariya wî û wê hosteyî û bînfirehiya wî bûya halê min perîşan bû. Her roja ji min ra alîkarî lazim bûye, ev camêr bêyî îtîraz tim hatiya hawara min. Do jî eynî tişt bû.

Dîsa ne xêra wî bûya belkî îro ez ne xwedî blog bûm. Wî ji min ra hazir kir û got fermo, dest pê bike…

Do jî dîsa gava dît li ber manqelê îşê min zor e, camêr tavilê hat alîkariya min. Loma ez gelkî spasî wî jî dikim.

Min çend hevalên din jî ezimandibûn, lê ji ber havîn e, gelek kes li tahtîlê ne, her kes bi derekê da çû ye, lema jî hemû dost û havalên me vexwendibûn nikanîbûn werin. Lê hemûyan jî  bersîv dan. Ez spasî wan jî dikim.

Meriv diz be şevraş pir in, bi xêr careke din jî emê ban wan kin.

Wek min li jor jî got, ji ber ku mîvan hebûn min do ne di Facebookê da û ne jî di hindik-rindik da tiştek nenivîsî. Dibe ku xwendevanên hindik-rindik meraq bikin, bibêjin hindik-rindik do çima nuh(update) nebû? 

Sebeb ev bû, mîvan hebûn. Ya na ez miheqeq her roj hindik-rindik nuh dikim, nivîsekê, du nivîsan dinivîsim.

Do min bi xwe qet risim negirt, lê mala Muzeyen Pakdemir xanimê û hevalên din ava be, wan çend risim girtin û ji min ra şandin. Yanî ev rismên ez belav dikim yên wan in. Spas ji bo vê alîkariya wan jî.

Dema dost û hevalên rastîn hebin him jiyan xweştir dibe û him jî karê herî zor hêsantir dibe.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE