02 juli 2018

Reîs bûye dîk û hemû tirk jî bûne mirîşkên pîna wî



Meriv ji hin kesan pir, ji hin kesan hindik hez dike û ji hinekan jî hez nake, heta nefret dike.

Ev hemû normal e.

Lê gava yekî zêde pesnê yekî da û bi asîmanan xist, bizanibe ew ne hezkirin e, ew şelafî ye.


Sîstema îslamîstan Tirkiye û Kurdistan kiriye pîna şelafan, bi sedhezaran, bi milyonan însan bûne mirîşk û tenê dîkekî wan heye, ew jî reîs e..

Îro li Tirkiyê milet bûye mirîşk û Erdogan jî bûye dîk, dîkek û bi milyonan mirîşk…

Û ev dîkê qoqo, tik û tenê ji heqê hewqas mirîşk dertê. Helal be ji te ra dîkê Kasimpaşayê, bira tu jî bibêjî ez dîk im !

Ez te pîroz dikim.

XXX
Ev vîdeo li Serêkaniyê yanî li Ceylanpinarê hatiye girtin

Vira Serêkaniyê ye, Ceylanpinar e. Serokê belediyê Menderes Atîllayê AKPê yê ereb bi vê merasimê çûye pêrgî birayê xwe yê ji nexweşxanê derketiye.

Tirkiye êdî dewleteke mafî ye. Û mafîa jî helbet dibê çekdar be.
APKê li kêlek hêzên dewletê yên çekdar, zilamên xwe jî çekdar kirine. Nuha du hêzên Erdogan yên çekdar hene, hêzên dewletê yên çekdar û siwîlên çekdar. 

Ev herdu hêzên çekdar jî nuha di bin emir û kontrola Erdogan da ne...

Ev vîdeo jî îspata wê ye.

Piştî hilbijartinên 24ê hezîranê siwîlên çekdar li Stenbolê jî bi vî hawî serketina AKPê û Erdogan pîroz kiribûn.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE