29 juli 2018

Nivîsîna bi kurdî kesî nake mamoste û Fîlolog !



Însan bi kurdî binivîsin baş e.

Feqet nivîsîna bi kurdî kesî nake ”mamoste” û zimanzan.

Heta ji meriv were dibê meriv nivîsîna bi kurdî teşwîq bike.

Lê her kesê rast, çewt bi kurdî hin tişt miştan li hev radigre ne ”mamoste” ye, ne nivîskar e, ne hakimê zimanê kurdî ye.
Ne oterîte ye.

Ji ber ku em miletekî ne xwedî ne dewlet in dezgeheke me ya zimên ya netewî jî tuneye. 

Lema jî prensîb û qaîdeyên kurdî yên rûniştî, yên ji alî her kesî ve hatine qebûlkirin jî tunene. Kêfa kê çawa bixwaze, kî çiqasî zanibe wer dinivîse.



Ev jî normal e.

Û ji xwe bi hawakî din jî ne mimkûn e.

Çimkî wek min got, em ne xwedî dewlet û dezgehên dewletî, netewî ne.

Em di dibistanan da fêrî rêbaz û qaîdeyên zimanê xwe nabin. 

Her kes bi destopelkê hin tiştan fêr dibe û li gorî zanîna xwe, li gorî devoka xwe dinivîse.

Di rewşeke wiha da helbet meriv nikane qala zimanekî standart û di her warî da rûniştî bike.

Rastiya me ya îro e vev e û gerek em li gorî vê rastiyê û vê realîteya heyî li meselê binêrin.

Yanî dixwazim bibêjim  di nava nivîskar, edîb û zimanzanên kurdên Kurdistana Bakur da tu kesê bêkêmasî, sedîsed rast tuneye. 

Çimkî tu prensîbên me yên me li ser li hev kiriye tuneye, tu dezgeheke, heyeteke me ya netewî ya van prensîban û qaîdeyan datînin tuneye.

Erê di nava me da hin kes pir zanin, hin kes hindik zanin, ev rast e, lê belê hinek ne ”mamoste” û hinek jî ne telebe ne.

Ez ji gotina ”mamoste” hez nakim û naxwazim tu kes ji min ra bibêje ”mamoste”. 

Çimkî ez ne ”mamoste” me.

Min ev yek çend caran nivîsî jî.

Nizanim ji ku hat, kê ev gotin derxist, lê ev çend sal in gotina ”mamoste” derketiye, kî bi kurdî binivîse dibe ”mamoste”!

”Mamoste” were, ”mamoste” here…

Her kesê bi tirkî, bi swêdî, bi almanî û fransî û îngilîzî dinivîse ne mamoste ye.

Çima her kesê bi kurdî dinivîse ewê bibe “mamoste” ?

Însan bêyî ku guh bidin sinet û temenê(umrê) yekî jê ra dibêjin “mamoste”!

Çima?

Bi bo ku bi kurdî dinivîse!

Lê ya xerab piştî demekê ew kes jî xwe wek ”mamoste” û fîlolog dibînin û dest bi quretiyê û şîretan dikin.

Li gel ku bi zanîna xwe, bi zimanê xwe ne layiqî wî navî û wî sifetî ne, lê dîsa jî bi çavê lînguîstekî mezin li xwe dinêrin û di medyaya sosyal da her roj henekê xwe bi zimanê xelkê dikin.

Zanîna xwe dikin derya û ziman û devoka xwe jî dikin kurmanciya herî rast, herî miqedes, herî paqij.

Tu bala xwe didê hîn nêr û mê ji hev nagerîne.

Hîn tewandinê nizane.

Hîn nizane kîjan gotin bi hev ve, kîjan gotin cihê tê nivîsîn.
Hîn zamîran nizane rast bi kar bîne.

Lê dîsa jî xwe, devok û zanîna xwe dike kurmanciya herî rast û dixwaze her kes wî ji xwe ra bike numûne, her kes wek wî binivîse.

Bi dîtina min di nava nivîskar, edîb û zimanzanên kurd da tu kesê "allame-î cîhan" tuneye.

Lema jî dibê meriv hinekî mutewazî be û kesên du sê tiştan ji meriv kêmtir zanin biçûk nebîne û bi rexneyên xwe zewq û şewqa înasanên bi kurdî dinivîsin neşkîne.

Mimkûn e meriv çar gotinan ji yekî din zêdetir zanibe, ev normal e, her kes bi qasî hev zane nabe.

Zimanê her kesî bi qasî hev ne dewlemend e, ne xweş û paqij e.

Ev normal e.

Lê belê dibê ev yek bi meriv ra nebe sebebê pozbilindiyê û fexreke vala.

Kêmasî û şaşiyên meriv di zimanê xelkê da dibîne, yekî din jî kane di zimanê meriv da bibîne.

Meriv kane di nivîsên kesê herî ”zana” da jî kêmasî û şaşiyên îmlayê, gramerê û sentaksê bibîne.

Ji bo wê jî dibê meriv ne xwe zêde mezin û otorîte bibîne û ne jî bi rexneyên xwe xelkê nezan û biçûk bixe.


Ez nabêjim dibê meriv li ser kurdî, li ser rastnivîsê, li ser zimanê behemekê qet fikrê xwe nebêje. Bêguman dibê meriv bibêje.

Lê belê bi zimanekî maqûl, bêyî ku yê hember ji nivîsandina kurdî sar bike, qudûmê wî/wê bişkîne.


Îro ji bo me nivîsîna bi kurdî, tê da hin şaşî hebin jî ji nenivîsînê muhîmtir e. Bira kurd dev ji tirkî berdin, bira bi kurdî binivîsin, bira zimanê wan ne tekûz be. 

Bira ne hakimê îmla û gramera kurdî bin. Dû ra ewê fêr bibin. Yê me jî wer bûye. Me jî berê gelek şaşî dikirin, lê dû ra hêdî hêdî meriv fêr dibe.

Heger meriv dilpak û ne qure be, meriv kane alîkariya kesên wiha bike. 

Ez bi xwe dikim. Ji bo ku însan bi kurdî binivîsin çi ji destê min tê ez dikim. Ez dibêjim tu bi kurdî binivîse ezê alîkariya te, we bikim.

Gava ez viya dibêjim ez xwe “mamoste” û zimanzanekî kurmancî nabînim. Wek her kesî ez jî wendin û nivîsandinê bi îmkanên xwe fêr bûme. Û miheqeq di zimanê min da jî çewtî û şaşî hene û gava yek ji min ra şaşiya min bibêje têkeve sere min, ez qebûl jî dikim.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE