23 juli 2018

Îro emê bidin ala Kurdistanê û herin piştgiriya DALKURDê




Îro HAMMARBY û DALKURDa serbilindiya kurdan li Stockholmê li saha Tele 2 Arena yê tên hemberî hev.
Maç saet di 19.00 da ye.


Min û xanimê biryar daye emê hildin ala Kurdistanê û herin gazî û hawara Dalkurdê, taximê şanazî û serbilindiya hemû kurdên cîhanê.


Salê çûnî ji Dalkurdê ra pir baş çû û ket lîga yekê, lê îsal baş naçe û di rêza 16a, rêza herî dawî da ye, tenê 9 pûanê wê heye û heger wiha dom bike ji lîga yekê da ketiye.




Ji şansê xerab ra Sîrîus do li hemberî Goteborgê 3-2 qezenc kir, wenda bikira ji bo Dalkurdê baş bû. Nuha 11 pûanê Sîrîusê heye. 



Ya baş Dalkurdê van 3 maçên dawî wenda nekir û 4 pûan girt. Heger di saniyeyên dawî yên dirêjkirinê da gol nexwara hersê maç jî girtibûn û nuha 6 pûanê wê hebûn û rewş baştir bû.

Lê nuha rewş pir kirîtîk e, dibê vê maçê qezenc bike û ew jî pir zor e. Lê hîn jî hêvî heye.


Ev cara pêşî ye Dalkurd û Hammarby tên hemberî hev. Hammarby di rêza duduyan da ye û 27 pûanê wê hene û dixwaze lîderiyê ji AIK bigre. AIK jî 33 pûanê wê heye.



Qelebanê nuh Stefan van der Lei


Dalkurd di vê maçê da bi qelebanekî(qeleparêzekî) nuh Stefan van der Lei holandî derdikeve sahê. Hêvî dikim tesîreke pozîtîf bike.


Min û xanimê biryar daye emê herin maçê û piştgiriya xwe nîşan bidin. Hêviya me Dalkurd qezenc bike, lê neke jî ew serbilindiya kurda ye, hezkirina kurdan ewê her dom bike.


Sebebê vê rewşê gelşên aborî ye û wê jî bi xwe ra hin tevlihevî û gelşên îdareyê anî. 


Bi hêvîya îro em ji Tele 2 Arenayê bi rûkenî û bi serfirazî derkevin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE