10 juli 2018

Erdogan di kabîneyê da cî neda kurdekî kole jî



Dibêjin di kabîneya Erdogan da 4 trabzonî hene, lê kurdek tuneye. Ez bi xwe di vê da tu anormaliyê nabînim.

Êdî ciyê kurdên bûne tirk, kurdên zilamên Erdogan jî di dewleta tirk da tuneye. 

Heta nuha cî didan kurdên xulam û kole. Lê wa ye Erdogan ew jî rakir. Di tarîxa Tirkiyê da ev cara pêşî ye kurd nakevin kabîneya hukûmetê. 


Erdogan kurdên zilamên xwe naxe dewsa însên, lema qet hesabê wan nake. 

Çimkî mêrik zane ew çi heqaretê li wan bike jî ewê ji wî nexeyidin.

Bi vê biyara Erdogan pir kêfa min hat, pir memnûn bûm. Dibê kurdên ruhkole bibînin koletî jî têrê nake. Ev dewlet ne dewleta kurdê himal û kole ye jî…

Di kabîneyê da bi tunebûna wezîrekî kurd Erdogan rast kiriye.

Dewlet ya tirka ye û dibê ji alî tirkan ve were îdarekirin.
Çi îşê kurdan di kabîneya hukûmeta tirkan da heye.

Ferhat Dayan fena ku te go mêrik kurdên xwe baş nas kiriye heşayî hizûrê zane bikute wan jî pozê wan naşewite

Mello Guven Yek kurde anatolia navin heye.

Ahmet Önal Şaşiye.


Mello Guven Fahrettin Koca

Mihemed Ronahi Tu di namusa bavê wî nî.

Zinarê Xamo Qesda min kurdekî ji Kurdistanê û dibêje ez kurd im tuneye. Yekî wek Mehdî Eker.
Yên wek Fahrettîn Koca û Bozdag bi eslê xwe kurd bin jî bûne tirk, kurdbûna xwe înkar dikin û dibêjin ew tirk in.
Ji bo Çavuşoglu jî dibêjin kurd e.
Bînalî Yildirim jî got "di koka wî da kurdbûn" heye.
Lê ev herdu kes jî xwe tirk qebûl dikin û herdu jî baş neyarên kurdan ne. Kesên wiha dibê meriv êdî kurd nehesibîne, ew bi bûne tirk.
Kurdê xwe tirk qebûl kir û bû siyasetmedarekî neyarê qewmê xwe, bû hevalê dijmin êdî ew ne kurd e, neyar e.
Bi baweriya di nabêna kesên wek Mehdî Eker û Koca û Bozdag da hin ferq hebin jî lê vana êdî hevalên neyar in û dibê meriv bi wî çavî li wan binêre û wan wek kesên dijminê qewmê xwe qebûl bike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE