13 juli 2018

Dr. Ebdurehman Qasimlo ewê heta û heta di dilê me da bijî !




Dr. Ebdurehman Qasimlo, canfîdayê kurd û Kurdistanê bi hurmet bibîr tînim !

Serokê PDK-Îranê Dr. Ebdurehman Qasimlo û hevalên wî Dr. Fazil Resûl Ebdulah û Qadirî Azer di 13ê temûza 1989a da li paytexta Awusturya li Wîyenayê ji alî qatilên komara îslamî ya Îranê ve bi qeleşî û bêbextiyeke mezin hatin qetilkirin.


Bi qetilkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî Dr. Fazil Resul Ebdulah û Qadirî Azer rejîma Îranê derbeyeke mezin li PDKa Îranê û li tevgera kurd ya netewî ya Kurdistana Rojhilat xist.

Şehadeta Dr. Ebdurehman Qasimlo ji bo tevgera kurd ya herçar perçeyên Kurdistanê jî wendakirineke pir mezin bû.

Dr. Qasimlo ji bo hemû kurdan li seranserê cîhanê nûnerekî bêemsal û yekta bû. 

Komara îslamî ya terorîst ev yek zanîbû û lema jî Dr. Qasimlo da kuştin û bi vê yekê jî darbeyeke mezin li hemû kurdan da.

Di ser şehadeta Dr.Qasimlo ra 29 sal derbas bûn, lê Awusturya yê hîn jî ev cînayeta hovane eşkere nekiriye û qatil negirtine û ji rejima meleyên terorîst ra tiştek negotiye.

Gelê kurd Dr. Ebdurehman Qasimlo û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê tu carî ji bîr nake.

Dr. Ebdurehman Qasimlo û hevalên wî Dr. Fazil Resul Ebdulah û Qadirî Azer di dilê miletê kurd da qehreman û canfîdayên nemir in... 

Em zanin qatilên dijminên me pir in, ew kanin me bikujin, lê ewê tu carî nikanibin rê li ber azadiya me û avabûna Kurdistaneke serbixwe bigrin...

Ez şehîd Dr. Qasimlo û hevalên wî Dr. Fazil Resul Ebdulah û Qadirî Azer û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê bi hurmet bibîr tînim. 

Dr. Ebdurehman Qasemle û hevalên wî nemirin, ewê tim di dilê me da bijîn. Emê ked û xebata te ya ji bo kurd û Kurdistanê tu carî ji bîr nekin.

Bijî azadî û serxwebûna Kurdistanê!
Bimre bindestî û bêdewletî !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE