29 juli 2018

Dibê kurd li Sûriyê bêyî federasyonê bi tiştekî din razî nebin




Li gorî medyaya kurd dinivîse di nabêna rejîma Esed û kurdan, PYDê da hevdîtinan dest pê kiriye. Di raunda pêşî da rejîma Esed pakêteke 12 madeyî pêşkêşî heyeta kurdan kiriye.

Di van 12 madeyên rejîmê pêşkêş kirine ji bo kurdan tu mafekî cidî û muhîm tuneye, hemû made di lehê Sûriyê da ne û di hemû madeyan da kurd bindest in, di bin emir û kontrola Sûriyê da ne. Heta bigihêje ala kurd jî nayê qebûlkirin. 


di pêşniyara rejîmê da ji bo kurdan ne federasyon heye û ne jî otonomîyeke cidî. Hemû made di lehê Sûriyê da ne û kurd wek milet nabin xwedî tu tişt. Dibê kurd vê pêşnîyara rejîmê red bikin.

Kurdan li Sûriyê û li Kurdistana Rojva bedelên pir mezin dan û bi saya van bedelên mezin fersendeke tarîxî bi dest xistine, ev fersend her tim çê nabe.

Lema jî dibê kurd vê fersenda mezin û tarîxî bi hin tişt miştên biçûk û bêbingeh heba nekin.

Li sûriyê kurd di her warî da ji rejîmê xurttir in û piştgiriya wan ya navnetwî jî pir e û gelkî jî berfireh e. Rejîm dixwaze bi van 12 madeyên pûç û vala kurdan ji mitefikên wan yanî ji Amerîkayê îzole bike. Dibê kurd neyên vê lîstikê û ji federasyonê neyên xwar. 

Dibê kurd ebeden van pêşniyaranên rejîma Esed qebûl nekin û bi pêşniyara federasyoneke destûrî, yanî federasyoneke di nabêna kurd û ereban da, federasyoneke di nabêna Sûriyê û Kuridistanê da herin ser masê.

Kurd bi heq in û ji rejîmî xurttir in. Li dinyayê dost û mitefikên me sed qatî ji yên Esed pirtir in. Lema jî dibê kurd di hevdîtinan da hustuyê xwe xwar nekin û federasyon û serxwebûnê pêşkêş bikin; ya federasyon ya jî serxwebûn.

Ne Sûriye tenê, Îran, Îraq û Tirkiye jî ewê bixwazin kurd bi tiştekî pir hindik razî bibin û ji bo vê jî piştgiriyê bidin Esed.

Gerek kurd bi lez dev ji teşxele û dubendiyên  nabêna xwe berdin û tavilê tifaqa xwe  çê bikin. Yekîtî û hevkariya hêzên kurd li ser masê û di hevdîtinan da ewê destê kurdan xurt bike. 

Li alî din dibê partî, hêz û kurdên beşên din jî li ser van hevdîtinan bêdeng nemînin û ew jî pêşniyar û rayên xwe bigihînin PYDê û piştgiriyê bidinê. 
Li Sûriyê tiştê dibe mesleyeke netewî ye, hemû kurdan eleqedar dike. Lema jî dibê partiyên hemû beşên Kurdistanê bi PYDê û bi kurdên Kurdistana Rojava ra têkevin têkiliyê fikrên xwe bibêjin û PYDê bi tenê nehêlin. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE