21 juli 2018

Çima kurdên başûr û rojava heta nuha ev kar nekirin?



Bi amadekarin û wergera berhama Ibn El-Esîr beşê li ser kurdan(kurd di tarîxa Ibn el-Esîr da) Emîn Narozî karekî bêhempa kiriye. 

Ez tiştekî meraq dikim. Çima heta nuha kurdên Kurdistana Başûr û Rojava karekî wiha nekirin? 

Hemûyan bi erebî xwendine. Di nava me da çend mele bi erebî zanin, lê ew bi milyonan bi erebî zanin. 


Li Kurdistana başûr û rojava bi hezaran kesên wek Narozî û erebiya wan ji ya Emîn Narozî baştir hene. Çima ji wan hin kes wek Emîn Narozî tiştên li ser kurd û Kurdistanê wernagerînin kurdî?

Çima heta nuha haya me ji vê berhema, ji van agahiyên Ibn el-Esîr yên li ser kurdan tunebû û sextekariya tirkan nehat îfşakirin?

Li Kurdistana Bakur çawa ku kurdên bi tirkî zanin bi pir in, li Kurdistana Başûr û Rojava jî yên bi erebî zanin pir in, mele û alimên wan hene. Rabûna bi karekî wiha çima nayê bîra wan?

Min ev meraq kir.
Heger kurdên Kurdistana Başûr û Rojava di vî warî da fikrên xwe bibêjin ezê kêfxweş bibim.

Karê Avesta û Emîn Narozî dike çima ew nakin?


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE