23 juni 2018

Şerê di nabêna partiyên tirk da şerê dê û dotê ye



Dijayetî û reqebaeta di nabêna partiyên tirk da şerê dê û dotê ye. Kurd dibêjin dê û dotê şer kir, kêmaqilan jê bawer kir.

Dibê kurd bi demagojiyên partiyên tirk nexapin, hemû jî bi qasî AKPê li dijî azadîya miletê kurd in. Tu ferq di nabêna AKPê, Saadetê, CHPê û IYI Partiyê da tuneye. 
Hemû jî bi qasî Erdogan bindestiya kurdan ya ebedî diparêzin. 
HUDAPAR jî tê da, hemû jî kanin bibin şirîkên Erdogan.

 XXX
Ji kertêl pirsîn, gotin kertalo ma warê te li ku ye? Got wele ba zane. Piraniya kurdan kertal in, ba wan ku da bibe wê da tot dibin. Çimkî ji zanîn û şiûrê netewî bêpar in. Geh rêwiyên Ship to Gazayê ne, geh serkêşên Gezîyê ne. Lê tu carî nabêjin çima filistînî nayên hawara me.

XXX
Bi qasî dinya li dijî neheqiyên Amerîkayê û dagirkeriya Îsraîl e ne li dijî dagirkeriya Tirkiyê ye. 

Bi qasî ku tevgerên çep û medyaya dinyayê piştgiriyê didin filistîniyan, tîbetiyan nadin kurdan.

Tirkiyê Efrîn bi Daîşê ra dagir kir lê medyaya dinya qet qalê nake. Hêzên çep qet îşê xwe jê naynin. 

Nizanim çima ?

Heger em di bin destê Îsraîl da bûna nuha hemû dinya li pişt me bû.

Numûneya wê Îsraîl e.

Halê me kurdên Kurdistana Bakur û Rojhilat sed qatî ji yê filistîniyan xerabtir e, lê dîsa jî kes wek filistîniyan alîkariya me nake.

23 dewletên ereban hene, dixwazin bikin 24, lê kes nabêjeje bira dewleteke 40 milyon kurdî jî çê bibe.

Dibê em kurd van pirsan tim ji xwe bikin, çima piştgir û dostên me hindik in?

XXX

 Rejîma Erdogan ya îslamîst li herêmê bela ye, mukir e. Heta Tirkiye basko nebe ne ji kurd tenê ra, ji tu cîranekî Tirkiyê ra, ji Ewrûpayê ra jî rehetî û ewlehî tuneye. Dibê ev rejîma faşîst were baskokirin, ya na ji tu kesî ra rehetî tuneye.

Dibê Amerîka û Ewrûpayê vê rastiyê bibîne, îktîdara Erdogan tehlûke ye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE