30 juni 2018

Ji derdê kurdan ez merezarî bûme...



Îro ez, xanim, lawikê me Rojen û hevala wî em li Stockholmê çûn aşxaneyeke bi navê Amîda. Aşxane ya kurdên Konyayê ye, izgara û xwarinên wê xweş in.

Berî em rabin muzîkeke tirkî dan ser. Piştî xwarinê, di derketinê da min ban hosteyekî  kir û jê ra got:


”Dinya jî xera bibe tirkek, erebek li aşxana xwe muzîka kurdî lê naxe, tiştekî wiha ne mimkûn e. Tenê kurd viya dikin. Tu kurd î û ev aşxane ya kurda ye. Tu çima muzîka tirkî lê dixî? Muzîka kurdî lêxe, muzîkek din lêxe…”

Got ”mamoste weleh tu rast dibêjî”,  filan û bîvan û muzîka kurdî da ser. 

Min got qîmetê bidin xwe, zimanê xwe û  muzîka xwe û em derketin.

Helbet ne ev aşxane  tenê, belkî ji sedî 99ê aşxaneyên kurdî wiha dikin. Ez qala yên Tirkiyê nakim, ez qala yên Ewrûpayê dikim.

Ji ber ku xwe tiştekî nahesibîne qîmetê nade ziman û muzîka xwe jî. 

Tirk dibêje ez ne ereb im, ne faris im, ne kurd im, ne alman im, ez tir kim û tirkîtiya xwe derdixe pêş, kultura xwe, muzîka xwe nîşanî xelkê dide.

Lê piraniya kurdan wiha nafikirin, xwe cihê nabînin. Ziman û muzîka tirkî wek ya xwe dibînin û lema jî jê ra pir normal tê li muzîka tirkî guhdarî bike.

Dema li mekanekî kurdî dengê muzîka erebî, tirkî tê min xurîkî digre canê min…

Ji ber ku kurd xwe qewmekî ji tirkan cihêtir nabînin pir rehet navên tirkî li aşxane, dikan û markêtên xwe dikin, wek tirkan li muzîka tirkî guhdarî dikin.  Wek tirkan bi hev ra bi tirkî dipeyivin. Çimkî bêyî ku haya wî/wê jê hebe xwe tirk dibîne.

Û di vê yekê da jî tu anormaliyê nabînin.

Li gelek aşxaneyên kurdan ez rastî vê yekê hatime û her car jî min bi xwediyê aşxaneyê ra minaqaşe kiriye. Hin caran min xwarin nexwariye û deketime û çûme.

Gava ez dibînim kurd navên tirkî li aşxane, qahwexane, dikan û markêtên xwe dikin û di meskenên xwe da muzîka tirkî lêdixin ez gelkî aciz dibim.  

Ez ji xwe ra dibêjim çima em kurd bi qasî tirk û ereb û farisan ji ziman û muzîka xwe hez nakin û pê ne serbilind in?

Gelo em kurdên Kurdistana Bakur  tenê wiha ne ya jî yên Îranê, Îraqê û Sûriyê jî wiha ne?

Ez baş nianim lê bi qasî texmîn dikim ez dibêjim tu kurdên tu beşekî Kurdistanê wek me ji kurdayetiyê û ji nasnameya xwe dûr neketine, kurdên tu beşî bi qasî me asîmîle nebûne. Ez dibêjim di vî warî da kurdên Kurdistana Rojava jî belkî ji me baştir bin….


4 kommentarer:

  1. Mere li ber dikeve.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Li ber halê kurdan ezbenî.

      Radera
    2. Halê kurdan gelkî xerab e, halê helawçiya ye. Lê dîsa jî dibê meriv bêhêvî nebe, heta Amerîka dest ji ber kurdan bernede baş xerab ewê bimeşe, lê gava Amerîka dev ji alîkariyê berde a wê çêxa kurd ewê baş perîşan bibin.
      Hêvî dikim wer nekin.

      Radera

PARVE BIKE