29 juni 2018

Îslamîyet nahêle kurd yekîtiya xwe çêkin û ji bindestiyê rizgar bibin



Di tarîxa me ya nêz da dîn û îdeolojiyê mala kurdan şewitand û hîn jî dişewitîne. 

Ji kurdan gelek kesan bi rêya dîn(îslamê)û îdeolojiya çep dev ji nasname û xebata ji bo kurd û Kurdistanê berdan û bûn hevkarên tirkan û dewleta tirk, gelê xwe asîmîle kirin, kirin tirk.

Dîndar û îslamîstên tirk dîn xistine xizmeta dewleta xwe, ji bo Kurdistan çê nebe bi ruh û can dixebitin, ji bo dewleta wan zora kurdan bibe dua dikin. 



Lê HUDA-PAR bi rêya dîn ketiye xizmeta tirkan û dewlete tirk.

Îslamîyeta kurd îro jê bawer dikin nahêle kurd yekîtiya xwe çêkin û wek tevgereke netewî hereket bikin. Îslamîyên kurd (tevgera Azadî ne tê da) ji kurdperweriyê bêtir tirkperwer û tirkyeperwer in.

Dewlet Bahçelî çiqasî neyarê kurdan be, Erdogan jî hewqasî neyarê kurda ye, di mesela kurd da di nabêna Bahçelî û Erdogan da ferqeke herî biçûk jî nemaye, tuneye.

Lê HUDA-PAR dîsa jî piştgiriya Erdogan dike, raya didê.
Heger bi rastî meriv partiyeke kurd be û doza kurd û Kurdistanê bike, meriv piştgiriya Erdogan nake. Kurdperwerî û piştgiriya Erdogan li hev nake.


Çimkî ha Erdogan, ha Bahçelî, tu ferqeke wan tuneye.
Ha MHP, ha AKP, bi derewan be jî ji bo miletê kurd êdî di nabêna wan da tu ferq tuneye.

Erdogan berê jî Bahçelî bû lê carnan demagojî dikir û nêta xwe, hedefên xwe wek Bahçelî nedida der. Îro ji Bahçelî bêtir neyartiya xwe nîşan dide.


Lê hîn jî HUDA-PAR û bi sedhezaran kurd destegê didin Erdogan û AKPê. Dîn, îslamîyetê malik li kurdan xera kiriye, kurd kirine bindest û xulamên tirkan.

Çawa kurd ji çepîtiyê dûr ketin, dibê bi îslamê ra jî muhasebeyek were kirin. Îslama îro kurd jê bawer dikin û praktîze dikin li dijî kurda ye, kurdan dike bindest û kole. Dibê kurd êdî vê îslamîyetê qebûl nekin.

-Pîvana medenîyetê ya rastî ne nufûsa zêde, ne mezinahiya bajaran, ne jî zêdehiya hilberînê(produktionê)ye. Pîvana medenîyetê ya rastî qelîteya merivên wî welatî ye.
///Ralph Waldo Emerson

Welatê Suleyman Soylu lê Wezîrê Karên Hundur be, ew welat ji medenîyetê jî, ji însaniyetê jî, ji demokradsiyê jî fersah fersah dûr e, ne heq lê heye, ne jî huqûq û edalet, tenê faşîzim lê heye...
Welatê zimanê miletekî yasax bike û nehêle zarokên miletekî bi zimanê xwe bixwîne ji medeniyetê bêpar e, ne edalet lê heye, ne jî demokrasî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE