27 juni 2018

Hevkariya bi dijmin ra meriv pîs dike





Pûlperestî meriv rezîl dike, carnan dike hevalê dijmin.
Di van salên borî da gelek kesên bi nav û deng ji bo çend qurişên pîs çûn bûn hevkarê AKP û Erdogan û ew parastin.

Hinek hîn jî diparêzin û hîn jî hevkarên AKPê û Erdogan in.
Lê ji ber vê hevkariya xwe ya bi dijmin ra, bi dewletê ra piştkul in, serê wan tim ber wan da ye, nikanin bi serbilindî herin nava civata kurd.


Nalet li wan peran were, şeref û heysiyeta meriv ji çend qurişên rezîl bi qîmettir e. Dibê meriv tu carî nekeve nava têkiliyên meriv û zarokên meriv ji ber fedî bike.

XXX
Bi xwedê Tirkiye tam bûye welatekî qeşmer, erê berê jî ne tu welat bû, lê bi îktîdara îslamîstan ra tam bûye welatekî tirivoro. 

Hemû xeberên ji Tirkiyê tên pêkenîn in.
Mala Erdogan ava be, pir kêfa min jê ra tê !

Îslamî, mele wiha ne, carê têkevin ser dilê meriv hew radibin. Plana Erdogan heta mirinê li ser hukim be û vî îşî jî baş dimeşîne, bi serê xwe miletek kiriye koleyê xwe. Bi zor û bi sextekariyê qezenc kiriye lê her kes jê ra dibêje helal be ji te ra...
Erdogan miletê xwe nas dike, zane miletekî kuş e, ruhkoleye, kî xurt be hevalê wî ye.

XXX
Berê jî hakimê mutleq yê Tirkiyê Erdogan tenê bû, ji meclîsê bigre heta bi îdarê, sîstema edaletê, emniyetê, îstîxbaratê, artêşê yanî her tişt ew bû, bi emir û dîrektîfa wî hereket dikir.

Nuha ev yek bû qanûn. Êdî ha mala Erdogan, ha Tirkiye, tu ferq tuneye. Gava dilê wî bixwaze kane benzînê li Tirkiyê û li Kurdistanê ke û bişewitîne.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE