30 juni 2018

Çekên Amerîka dide ajanên Tirkiyê bi sabotajan îmha dikin



Sîleh û cebilxaneyên(teqemenîyên) Amerîkayê dabû kurdan ajanên tirk hemû îmha kirin

Îro danê sibê saet di 04.30î da li Hewlêrê di depoyeke (embareke) sîlehan da teqîneke mezin çê bû û depo şewitî, depoyê zirareke mezin dît. 

Li gorî Rûdawê nivîsîye ev sê car in li Hewlêrê di depoyên/embarên çek û teqenenêîyan/cebilxaneyan da teqîn çê dibin.


Helbet sabotaj e, çek û teqemenîyên/cebilxaneyên Emerîka û ewrûpî didin kurdan ajanên tirk, faris û Îraqê diteqînin. Bi îhtîmaleke mezin tirk in, ev îşê wan e.

Û hukûmet jî radikeve…

Hewlêr û Kurdistana Başûr bûye hêlîna ajanên Tirkiyê û Îranê, zanin li ku derê çi heye û çi tuneye. Û gava dilê wan dixwaze bi sabotajekê hemû çek û cebilxaneyên di destê kurdan da bi hewa dixin.

Ev sûcê hukûmetêye, radikevin, ajanên tirk û farisan ketine heta nava malên wan jî.

Yanzde baregehên tirkan yên leşkerî û bi hezaran ajanên wan li Kurdistanê hene, ma qey ji bo raketinê li wir in?

Tirkiyê bi hezaran leşker û ajan li seranserê Kurdistana Başûr bi cî kirine ji bo ku karên wiha bikin, ne ku rakevin…

26 salên borî nîşan da kurd nikanin bibin milet û xwedî dewlet, kurd hîn negihîştine mistewa bibin xwedî dewlet, ew ji bindestiyê hez dikin. Heger ji bindestiyê hez nekirina piştî 26 sal nîvserbixweyî ewê hîn ne divî halê perîşan da bûna. 

Li gorî 20 sal berê kurd gelkî dûrî yekîtiyê û serxwebûnê ne.
Li gorî 20 sal berê kurd bêtir neyarên hev in.

Welatê nikanibe xwe biparêze, nikanibe li çek û çebilxaneyên xwe xwdî derkeve, nikanibe ewlekariya xwe saxlem bigre mahkûmî têkçûnê ye. 

Û ji nuha û pê da Amerîka alîkariyê neke ne neheq e, çimkî çek û teqemenîyên didin roja din tirk bi sabotajekê ji ortê radikin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE