07 maj 2018

Yê reşikan afroamerîkanên wan, yê me kurdan jî kurdotirkên me hene



Asîmîlebûn ne meseleyeke zimên tenê ye, ne ku însan çi bi zor û çi jî bi rehetî dev ji zimanê xwe berdide û dikeve binê bandora kultur û zimanekî din,  bi zimanekî din dipeyive.

Asîmîlebûna psîkolojîk, îdeolojîk, dînî, fikirî û siyasî jî heye. Ferdên miletê bindest bi çavê miletê serdes li tarîzê û bûyeran dinêre.

Hin kurd ji ber van sedemên min li jor rêz kirin ketine binê tesîra îdeolojîya, fikra, siyaseta, çepîtîya û dîndariya tirkan, di binê vê hegomoniyê da li tevgera tirk ya çep, rast û dînî dinêrin...


Lema jî wek çep, komunîst, dîndar, rast û çepên tirk, wek ronakîbrên tirk difikirin û bi çavên wan li tarîxê û li bûyeran dinêrin û wek wan şirove dikin. Tevgerên çep û xortên tirkan wek yên xwe dibînin.

Li gel ku rast, çet, komunîst û dîndarên tirk tu carî serîhildanên kurdan, serok û qehremanên kurd bibîr naynin jî, hin kurd yên tirkan bi hurmeteke mezin bibîr tînin.

Bi çavên tirkan li tarîxa tirkan û li bûyerên siyasî dinêrin, bi dîndar, rast û çep û kominîstên tirk ra şîna hin kesan û bûyerên trajîk dikin.

Em çi bikin jî em nikanin van kesan ji bin tesîra asîmîlasyona tirkî ya îdeolojîk, siyasî, dînî û kulturî derxin. Ne yek e, ne dudu ne, pir in. Û nifşekî wenda ye.

Erê kurd in, bi dev jî dibêjin ew kurd in, hinekên wan di nava tevgeran kurd da ne û heta Kurdistaneke serbixwe jî dixwazin, bi kêmanî ne li dij in.

Lê bi kirin û emelên wan, bi fikir û ramanên wan, bi heznîtî û dilşahiyên wan, meriv dibîne di warê fikrî, siyasî û îdeolojîk da defrom bûne, ji siyassetmedarîya, ronakbîriya kurdî dûr ketine, bi kêmanî melez bûne, ne tam tirk in, ne tam kurd in, mane di orta xelîl û celîl da, ne diçin mizgeftê û ne jî dêrê, li dora herduyan jî diçin û tên.

Him bi cimata mizgeftê ra dua dikin û him jî bi ya dê ra, destê wan ne ji dêrê dibe û ne jî mizgeftê.

Em çi bikin jî em nikanin van kesan ji bin tesîra asîmîlasyona tirkî xelas bikin, pişta carê qembûr bibe rast nabe, dibê em hêviya xwe ji van kesan qut bikin, wan wek kesên melez, wek kesên dostên kurdan qebûl bikin. 

Çawa hin efrîqî piştî salan li Amerîkayê bûn ”afroamerîkan”, hin kurd jî bûne ”kurdotirk”, dibê meriv wan bi vî hawî qebûl bike. Hin tişt hene umrê însên têra guherîna wan nake…

Ji bo tevgera kurd ya netewî dibê van kesan nekin serok û berpirsiyarên xwe. Lê dijminatiya wan jî neke, bi wan ra dost bimîne.

4 kommentarer:

  1. Mamoste sedî sed vê mijarê de wek te difikirim. Ji me re ne lazim e ku em dijmintîyan van kesan bikin. Le ez bi şexsê xwe naxwazim yekê tirk an jî entegrasyoncî bibe serokê min .

    SvaraRadera
    Svar
    1. Den här kommentaren har tagits bort av skribenten.

      Radera
    2. Dibê meriv kesê "enternasyonlîst", bi gotineke din kesê dibêje kurd û tirk birayên hev in, kesê Tirkiyeparêz, kesê bi kurdî nizane ebeden neke berpirsiyar û serokê xwe.
      Yahûdiyek bûbe nasyonalîstekî filistînî jî filistînî wî nakin berpirsiyar û serokê xwe.
      Piraniya siyasetmedar û serokên kurdan asîmîle bûne, bûne tirk haya wan jî jê tuneye û haya me jî jê tuneye.

      Radera
    3. Dibê meriv kesê "enternasyonlîst", bi gotineke din kesê dibêje kurd û tirk birayên hev in, kesê Tirkiyeparêz, kesê bi kurdî nizane ebeden neke berpirsiyar û serokê xwe.
      Yahûdiyek bûbe nasyonalîstekî filistînî jî filistînî wî nakin berpirsiyar û serokê xwe.
      Piraniya siyasetmedar û serokên kurdan asîmîle bûne, bûne tirk haya wan jî jê tuneye û haya me jî jê tuneye.

      Radera

PARVE BIKE