20 maj 2018

Bi Osman Aydin ra sohbeteke pir xweş û bi feyde



Îro me li Li Kîtêbxaneya Kurdî bi kekê Osman Aydin ra li ser kitêba wî ya nuh, ”Bilim ve Sanat Dunyasinin Unlu Kurtleri (navdarên kurd yên cîhana ilim û sinet)sohbeteke pir xweş û bi feyde kir û ji tarîxa me ya nêz gelek agahiyên hêja da beşdaran.

Kekê Osman Aydin berî nasandina kitêbê xwe, li ser jiyan û xebata xwe ya siyasî, partiya Dr. Şivan PDK-T(ku ew jî yek ji avakarên wê ye) û tevgera kurd ya Kurdistana Bakur ya nêz semînereke kin da, qala hin muşahade û serpêhatiyên xwe kir û bi dû ra jî bi kesên beşdar ra sohbeteke germ kir.



Di beşê duyem yê civînê da jî bi kurtî kitêba xwe da na nasîn, li ser naverokê û 30 şexsiyetên di kitêbê da agahdariyên pir hêja da guhdaran û dû ra jî bersîvên pirsan da.

Di kitêbê da 30 navdarên kurd yên di warê ilm û sinet da li dinyayê meşhûr in hene. 
Navdarên di kitêbê da hene ev in:

Ziryab, Dînawarî, Battanî, Mawerdî, Yûsûf Şadî, Îsmaîl Cizîrî.

Çar jinên kurd yên meşhûr:

Sitê Şameyûb, Rabîa Eyûb, Azra Xanim, Deyfe Xanim. Mecdûddîn Îbnî Esîr, Îzeddîn Îbnul Esîr, Ziyaddîn Îbnul Esîr, Mûsa Kemaleddîn, Îbnî Xalîkan, Ebûl Fîda, Şêx Huseynî Axlatî, Mela Goranî, Mela Mahmûdê Beyazidî, Mestûre Erdelanî, Emîn Feyzîbeg, Omer Avnî Efendî, Leyla Bedirxan, Ferîd Ongoren, Vasif Ongoren, Yilmaz Guney.

Sohbeteke pir xweş û bi feyde bû.

Gelek spas ji bo vê berhema kekê Osman Aydin. Bi hêvîya gelek berhemên wek viya li kitêbxaneya kurdî zêde bike.
.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE