14 april 2018

Weleh mêrik pir jêjatî ye




Weleh Erdogan mêrik pir jêhatî ye. Dibê meriv viya qebûl bike.

Mêrik kînga dilê wî dixwaze telefonî Trump û Pûtîn dike.
Do telefonî Trump kir, îro telefonî Pûtîn kiriye. 

Hema dema bîna wî teng dibe, radihîje telefona xwe telefonê Trump û Pûtîn dike…

Trump û Pûtîn jî her tim hazir û nazir in û bersîvê didin telefonên wî, tu carî daxwaza wî ya axaftinê red nakin.

Di dema Obama da ji bo ku Erdogan bi Obama ra bepeyive Tirkiyê bi mehan dîplomasî dikir. 


Lê nuha kîjan rojê, kîjan saetê dilê Erdogan dixwaze radihîje telefonê û dibêje ”elo Trump ma tu çawa yî lo?” 

Û roja din jî îcar têlê dide Pûtîn, îcar li halê wî dipirse….
Mêrik Rûsyayê, Amerîkayê û Îranê bi hev ra îdare dike, hemûyan jî li ser tiliya xwe dide lîstikandin…

Li Sûriyê Daîşê û çeteyên îslamîm wek leşkerên xwe bi kar tîne, bi Daîşê ra li hemberî Esed û kurdan şer dike û bi Amarîkayê û Koalîsyonê ra li hemberî Daîşê ye.

Him endamê NATOyê ye, him mitefikê Rûsyayê û Îranê ye.
Him Mitefikekî Amerîka yê stratejîk e û him jî mitefikê Îranê û Rûsyayê yê herî nêz e.

Yanî mêrik Amerkayê jî, Natoyê jî, Yekîtiya Ewrûpayê jî, Rûsyayê jî û Îranê jî bi hev ra îdare dike, karê xwe bi hemûyan jî dide kirin.

Her kes zane Daîş girêdayî artêşa Tirkiyê ye, Tirkiye Daîşê li Sûriyê sewq û îdare dike, lê kes newêre bibêje Tirkiye li pişt Daîşê û çeteyên îslamî ye.

Ez dibêjim tiliya Tirkiyê û çeteyên wê yên îslamî di tertîba "êrîşa" Dûmaya Sûriyê da heye. 

Lema telefon ji destê Erdogan da nakeve. Geh telefonî Pûtîn dike, geh telefonî Trump dike.

Çimkî zane heger mesle fireh bigere, heger Amerîka û Rûsya werin heberî hev ewê pûrê Tirkiyê û çeteyên wê derkeve.

Ji bo wê jî heyecanê Erdogan girtiye, dixwaze herdu "dînan" aş bişke. 


Li Sûriyê di hemû bikaranîna çekên kîmyayî da tiliya Tirkyê heye, bêyî tilî û desteka Tirkiyê, bêyî okeja Tirkiyê ne mimkûn e çeteyên îsdlamî çekên kîmyayî bi kar bîne.

Sûriye êrîşeke wiha nake, çimkî tu sebeb tuneye bike.
Çete teslîm bûne, li otobozan siwar dibin, hemû bajar ketiye destê Sûriyê, di rewşeke wiha da Sûriye çima ewê gazê bi kar bîne?


Tirk li Diyarbekrê û li bajarên din yên Kurdistanê çi dikin, çawa neyartiya kurdan dikin, li Efrînê jî eynî tiştî dikin.

Do li Diyarbekrê tabeleyên bi kurdî daxistin, îro li Efrînê navê nexweşxaneya Efrînê yê bi kurdî guhertin, kirin "Afrîn Hastahanesi" ! 

Ji ser tabeleyê navê bi erebî ranekirine, çimkî ne neyarên ereban, neyarên qewmê kurd in. 

Ez vî rismî diyarî ENKSê û hemû kurdên AKPê û xulamên Erdogan dikim. Bira li malên xwe bi darda bikin...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE