21 april 2018

Osman Baydemir: Ez ji vê biryarê bi qasî misqalekî jî xemgîn nebûm...



Parlementerê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir li ser betalkirina parlementeriya xwe got:

”Em ji vê biryarê bi qasî misqalekî jî xemgîn nabin. Belovacî wê ez ji vê biryara wan serbilind im, îftîxar dikim. Ev biryar nîşan dide ew dîktatoriyê diparêzin. Ev biryar nîşan dide AKP faşîzmê diparêze, hemû pirên jiyaneke mişterek ji ortê radike. Bi betalkirina parlamenteriya min ra îmunîteya min jî rabû. Nuha kanin min mahkime jî bikin. Ji min ra 300 sal ceza dixwazin. Ji vê ra jî dibêjin demokrasî. Bira qet neyê jibîrkirin rojekê ewê bi xwe bi van biryaran werin mahkimekirin.”


Parlamentoya Tirkiyê do (19.04.2018) mafê parlamenteriyê ji du parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr û Selma Irmak stand.

Piştî vê saetê dibê kurd dev ji çûna parlamentoya tirk ya faşîst û ant-kurd berdin û bi hev ra cepheyeke kurd û Kurdistanî ya boyqotê ava bikin.

Dibê kurd bibêjin em tên meclîsê hûn me davêjin, hûn me dixin zindanan, hûn nahêlin em di meclîsa we da du gotinan bi kurdä bibêjin. Wê demê ne hewceye em werin û hûn me rencîde bikin û ji meclîsa xwe biqewitînin. 

hema em nayên meclîsa we, em meclîsa we boykot dikin. Meclîsa we ya faşîst û antî-kurd serê we bixwe !

 XXX

Îhsan Elîaçik li ser gotina ” herb hîle ye” gotiye:
”Gotina herb hîle ye, vir e. Hîlebazan ji bo ku xwe meşrû bikin ev vir li hev anîne. Ev gotin li dijî ayeta (Maîde 8) e jî. Dibêje, kîna we ya li hemberî qewmekî dibê bêedaletiyê bi we nede kirin, bi edalet bin. 
Herb(şer) sienteke û wek her sinetî namûsek wê heye.”

Rast e lê gava mesele dibe kurd namûsa herbê jî û ya berpirsiyarên dewletê jî tuneye.

Li Tirkiyê li dijî kurdan her tişt mubah e, her kes kane her neheqiyê, her heqaretê, her zulmê li kurdan bike, lêxe, bikuje. 

Li gorî dîn jî û li gorî qanûnan jî ne yasax e, ne sûc e, ne guheh e; xêr e, sewab e, wacibekî tirkperweriyê ye.
Tirk her roj vî wacibê xwe tînin cî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE