06 april 2018

Kurd êdî ne kurdên çend sal berê ne



Di tarîxa miletan da hin bûyerên/hedîseyên wer hene miletan dihejîne, fikrê wan, bîr û baweriyên wan yên siyasî û îdeolojîk yên di heqê milet û welatên din da ji kok da diguherîne.

Dagirkirina Efrînê ji alî Tirkiyê û çeteyên îslamî ve hemû kurd hejand û ji kok da guhert

Şerê Kobanê, qetlîamên Nisêbînê, Şirnexê, Cizîrê û Sûrê û referandûma Kurdistana Başûr, dagirkirina Kerkûkê û Efrînê kurd ji xewa mirinê şiyar kir, fikrê kurdan yê di heqê tirkan û dewleta tirk da ji kok da guhert û hemû xayinên tam xayin jî derxist ortê.

Kurd wek milet êdî ne kurdên 4, 5 sal berê ne. Kurdên berî şerê Kobanê û qetlîamên Sûrê, Şirnexê, Nisêbînê û Cizîrê û referandûma serxwebûnê û dagirkirina Efrînê çûn, mirin.

Kurdên mane êdî ne kurdên 4, 5, 10 sal berê ne. Êdî wek berê li tirkan û Tirkiyê nanêrin, êdî baş fêm kirine tirk neyarên wan yê herî tahlûke û herî xedar in. Wek dewlet jî û wek milet jî tirk neyarên qewmê kurd yê herî har in.

Piştî êrşa Daîşê ser Şengalê, hovîtiya Daîşê li kurdên êzdî kir û şêla ereban ya li hemberî referandûma serxwebûnê û dagirkirina Kerkûkê dîtina kurdan ya li ser ereb û welatên misilman jî ji kok da guhert. 

Piştî hewqas bûyer, piştî dagirkirina Efrînê kurdên hîn jî wek xwe mabin, hîn jî wek kurdên 4,5 sal berê li tirkan û Tirkiyê dinêrin êdî ew kurdên hevalên dijmin in, kurdên cahş û xayin in. Yanî êdî di cepheya dijmin da ne.

Piştî dagirkirina Efrînê û bicîkirina ereb û tirkan di bajar, gund û malên kurdanda kurdê hîn jî dewleta tirk, hukûmeta AKPê û Erdogan biparêze ew xayin e, êdî cahşê dewletê ye.

Li welatekî çawa kane hewqas merivên pîs, zalim, irqçî, faşîst hebin, ji nava miletekî çawa kane merivên hewqasî virek, bêbext û ji hemû nirxên mirovahiyê bêpar derkevin aqilê min nagire.

Ji bo me kurdan Tirkiye bûye dojeha li ser ruyê dinyayê û birêvebirên wê jî bûne zebaniyên vê dojehê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE