01 april 2018

Erdogan ji Netanyahu ra got “tu dewleteke terorist î “!




Erdogan bersîva Netanyahu da û got:
“Ey Netanyahu, xwe rast bike !
Tu merivekî pir zeîf û ecêb î !
Tu dewleteke terrorist î.
Tiştê te li Xezayê û li Qudsê kir li neydanê ye. Li dinyayê kes ji te hez nake. Bersîva te ji Neteweyên Yekbûyî girt li ortê ye. Bela xwe ji me veke ! Heta tu durust nebî bersîveke pozîtîf ji me nepê…”

”Li dinyayê kes ji Netanyahu hez nake”, yekî nizanbe ewê bibêje belkî hemû dinya evîndarê wî ye, belkî  efendî Elvis Presley ye…

Kuro ez soz didim te li dinyayê heznekirên te sed qatî ji yên Netanyahu zêdetir in, kesên ji te nefret dikin sed qatî ji yên Netanyahu pirtir in.

Erdogan har bûye, canê wî dixure, lê halîhazir mêrê xura wî bişkîne tuneye. Lê zû dereng ewê rastî yekî gunreş bê...

Lema dibê li bela xwe rast were, heta li bela xwe rast neyê, heta wek Seddam îfadeya wî neyê girtin rehet nasekine.

Çimkî hemû dîktatorên cahil dema hukim dikeve destê wan dibin serxweşê mezinahiyê, herdera wan radibe, heta zorê nebînin nayên rê.

Erdogan bi xwe ra tirk jî har kirine, bi dagirkirina Efrînê ra ne Erdogan tenê, tirk jî har bûne, wek congeyê har hirehira wan e jî…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE