03 april 2018

Dibê kurd li ser Efrînê dezînformasyonê belav nekin.


la Désinformation
Foto ji Googlê hatiye girtin

Hin kes bi zanî ya jî bi nezanî terora li Efrînê ji alî çeteyên îslamî ve tê meşandin, talankrina malên kurdan wek karekî çeteyên îslamî nîşan didin û dixwazin artêşa tirk rê li ber teror û talana van çeteyan bigre.

Kî bibêje jî dibê kurd vê dezînformasyonê belav nekin, çeteyên ”Artêşa Azad” (!) bi serê xwe van tiştan nakin, bi emir û destûra MIT û artêşa Tirkiyê dikin. Bêyî destûra Tirkiyê sûtalên ereb nikanin mîxekî jî ji Efrînê bidizin. Her tişt di bin kontrola Tirkiyê da dibe.

Tirkiye dixwaze nufûsa kurdan li Efrînê û li herêma heta bi Kobanê daxe ji sedî 10-20î û nufûsa tirkmen û eraban jî derxe ji sedî 80-90î. 

Û ji bo jî vê jî kurdan bi zor, bi terorîzekirinê ji herêmê, gund û bajarên wan derdixin û nahêlin xelk vegere gund, bajar û malên xwe.

Tikriye terorîzekirina kurdan bi piranî bi çeteyên erb dide kirin, ji bo ku leşkerên xwe sûcdar nekin, çeteyên xwe didin pêş, bi wan qetlê didin kirin, wan dielimînin ji bo ku dest davêjin namûsa kurdan. Malên kurdan bi wan didin talankirin.

Lema jî ”Artêşa Azad” filan tuneye, yên hene çeteyên Tirkiyê ne, li Efrînê çi dibe Tirkiye mesûl e, ew dide kirin. 

Dibê medyaya kurd tu carî ferqê nexe nabêna çeteyên îslamî û leşkerên tirk. ”Artêşa Azad” çete û kûçikên artêşa tirk in, MIT û artêşa tirk kûçikên xwe bera kurdan didin. Rismekî eksê vê, dezînformasyon e, xizmeta ji Tirkiyê ra ye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE