17 mars 2018

Zilamên Erdogan pir çavsorî bûne



Zilamên Erdogan û cahş gelkî stûr û çavsorî bûne, ji dêlî ji hevkariya xwe ya bi dijmin û bi cahşan ra fedî bikin û devê xwe bigrin, tew di ser da zimandirêziyêdikin û ji kurdên welatparêz ra xebera didin. 

Hevaltiya xwe ya bi dimjin û bi cahşan ra wek karekî baş dibînin û dixwazin her kes ji vê hevkariya wan ya bi dijmin û bi cahş û bi xayinan ra li çepikan xe û ji wan ra bibêjin eferim ji bo ku hûn bûne xulamên dijmin û bi cahş û xayinan ra dixebitin...

Hevalbendiya dewletê dostên cahşan û xayinan pir stûr û bêperwa kiriye.

Dibêjin belkî dewran ewê tim ev dewran be û dewlet ewê tim li pişta wan be. 

Ev roj jî ewê derbas bin û rûreşiya wan ewê ji wan ra bimîne. Hevaltiya bi dijmin û bi cahşan ra jî sûcekî giran e.


Ha xelkê namûsa meriv ji meriv stendiye, ha bajarê meriv, gundê meriv, zevî û mala meriv bi zor ji meriv stendiye. 

Di nabênê da tu ferq tuneye. Welatê meriv namûsa meriv e.
Yê li hember dagirkirina gund, bajar û mala birayê xwe dernekeve bênamûs e, hevalê neyar e.

XXX
Êrîşa Tirkiyê û çeteyên îslamî ser Efrînê durûtîya gelek kesên xwedîgiravî welatparêz bûn, kurdperwer bûn eşkere kir.

Derket ortê ew ne li dijî Tirkiya êrîşar û dagirker in, ew li dijî PKKê ne. di şerê dewletê û gelê Efrînê da ew heval û piştgirên Erdogan û dewleta tirk in. Kurdperweriya wan vir e, hevalên neyar in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE