17 mars 2018

Yê ji dewletên dagirker bawer kir wî tim zirar kir




Her serokê kurd yê baweriya xwe bi soz û ahdên berpirsiyarên dewleta tirk û faris aniye li zirarê derketiye, pir û pir poşman bûye.

Bextê siyasetmedarên tirk û farisan tuneye. Ereb jî ji wan ne kêmtir in. Esas bextê tu dewletê tuneye. 

Carnan meriv mecbûr dimîne bi dijminê xwe ra jî bide û bistîne. Lê dibê meriv tu carî pişta xwe nede dijminê xwe, tu carî baweriya pê neyne.

Kurdên Kurdistana Başûr bawerî bi dijminên xwe anîn, wer bawer kirin bi bertîlan, bi tîcaretê ewê bikanibin wan bikin dostê xwe.

Tirkiye û Îran demekê bi kurdên Kurdistana Başûr ra keniyan, xwe wek dost nîşan dan, malên xwe firotin wan, tîcareta xwe kirin û bi vê rêyê di nava wan da bi cî bûn, kok berdan û gav bi gav gorra wan kolan. 

Yên me wer bawer kirin ev dewlet, Tirkiye û Îran bûne dostên wan. 

PDKê û YNKê û hêzên îslamî wer bawer kirin ew van dewletan hinekî bertîl bikin, tîcareta xwe bi wan ra xurt bikin û îşê xwe ji kurdên Kurdistana rojhilat û bakur neynin, piştgiriyê nedin micadela wan Îran û Tirkiye ewê dijminatiya wan nekin, ewê li dijî serxwebûna wan dernekevin.

Netîceya vê baweriya bi Tirkiyê û bi Îranîê husran bû.
Lê bi qasî meriv dibîne vê husranê û trajediya 16 cotmehê û tecrûbeyên di şere Daîşê da hîn jî kurdên başûr, PDK û YNK û hêzên îslamî biaqil nekiriye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE