06 mars 2018

Wey roj baş, Kurdsatê fîlmên tirkî ji weşanê derxist



Em çend dengan bilîrînin, Kurdsat ji êrîşên Tirkiyê yên ser Efrînê êdî aciz bûye û biryar daye ji nuha û pê da rêzefîlmên tirkî nîşan nede !!!!

Wey mala Xwedê ava be!
Wey roj baş !

Na weleh ranekin û heta saeta weşanê jî zêde bikin û di ser da xwe jî bi qurbana tirkan kin jî !

Xweliya 77 gundan li serê we be !
Yanî heta nuha, piştî hewqas zulm û qetlîama Tirkiyê aniye serê me, we hîn jî fîlmên tirkî ji weşanê dernexistiye, hûn hîn jî fîlmên tirkî nîşanî miletê kurd û zaokên kurd didin?

Bi rastî jî hûn merivên pir bêexlaq in û ji hestên netewî bêpar in. Heger ne wiha bûya we heta nuha fîlmên tirkî nîşanî kurdan nedida...

Tirk, kurdan însan jî nahesibînin, qîmeta didin kûçikên xwe nadin kurdan. Bi qasî tirk ji kurdan nefret dikin ji tu tiştekî din nefret nakin. 

Tirk naxwazin bibin cîranê kurdan.
Tirk naxwazin di otobozê da, di tramvayê da li kêleka kurdekî rûnin. 

Tirk qebûl nakin em li ba wan di telefonê da jî bi kurdî bipeyivin.

Lê hûn dîsa jî li fîlmên tirkî temaşe dikin.  

Diyar e em ne layiqî azadiyê û serxwebûnê ne.
Heger bi we ra piçek ûjdan, exlaq û neteweperwerî hebûya we yê heta nuha rêzefîlmên tirkî neweşanda…

Ma ji bo hûn ji Tirkiyê û ji tirkan dûr bikevin dibê tirk hîn çi bînin serê we? 

Ma dibê yek bi yek dara di qûna me ve kin?
Û ji xwe dikin jî.

12 bajarên me li ber çavên me wêran kirn.
Di zêrzemiyên xaniyan da bi hezaran keç û xortên me bi hovîtî û him jî sax sax kuştin, şewitandin. 

Bi Îraqê û Îranê ra bûn yek û Kerkûk ji me stendin.
Bi Daîşê û bi çeteyên îslamî ra ev 3 sal in welatê me wêran kirine û bi hezaran însanên me kuştin.

Ev 46 roj in bombeyan bi ser gelê Efrînê da dibarînin, heta nuha bi sedan xelkê siwîl û zarok kuştine.

Lê hûn hîn jî zibil û qeşmeriyên tirkan, fîlmên tirk yên pan-tukîst nîşanî kurdan didin.

Meriv li ber xwe nekve meriv kane her tiştî bike. Tirk viya baş zanin. Tirk zanin em ne tu meriv in, lema jî diwêrin vê zulmê li me bikin….

Tosinê Reşîd Kurdistan rêzefîlmê tirkî nîşan nede kurd wê li kanalê tirkî binhêrin. Di male xwe de bi piranî rêzefîlmên tirkî dinhêrin û stranê tirkî guhdarî dikin. Li bazara Hewlêrê zimanê tirkî ji kurdî bêtir tê bikaranîn.  Gor yasa navnetewî, eşîya çû kîjan welatî, gerek bi zimanê wî welatî li ser nivîsî be. Eşîyayên ji Îranê û ji Tirkîyê tên tu peyveke kurdî li ser wan tune. Ez diçûm dikanê min nikaribû tiştekî bikirim.

Zinarê Xamo Kekê Tosin, ev jî nîşan dide me serxwebûn û dewletbûn heq nekiriye. Em layiqî vî halê rezîl in. Ev milet ji bindestiyê û ji koletê hez dike. 

Canfîdayên ji bo azadî û serxwebûnê xwe diwestînin û xwîna xwe diherikîn bela sebeb dikin, serok û sifyasetmedarên kurdan, piraniya kurdan dixwazin bindest bimînin, naxwazin bibin xwedî dewlet.
Miletê bixwaze azad bibe û bibe xwedî dewlet wiha nake...


Hewar Asa Mamoste xuyaye hûn zêde ne haydarî hişmendiya partiyên Başûr in! Belê hêja, hemû televzyinên Başûr, ku piraniya wan ên PDK'ê û YNK'ê ne, Başûr kirine sehneya temaşekirina fîlm û rêzefîlmên tirkî.
Ji xwe televizyoneke Nêçîrvan Barzanî li Dohokê heye "Warr TV", di 24 seetan de, pitir ji çar caran fîlmên tirkî dixe nava malên kurdan û gelek ji wan fîlman jî, xwedî sehneyên siyasî ne. Hûn dikarin hinekê wê jî bişopînin, bizanin Barzanî efendî xweliya çend gundan bi serê tev kurdan de kirî ye!

Zinarê Xamo Hawar Asa, rast e, haya min ji vî aliyê Kurdistana Başûr zêde tuneye. Min hin tişt zanîbû lê ne hewqas.
Wê demê Kurdistan kirine mustemleka tirkan. Dibê meriv li hemberî vê siyaseta tirkperqweriyê bêdeng nemîne, serî hilde û bi tundî şermezar bike, deşîfre bike. Kî çi zane dibê bibêje...


XXX
Ji bo Efrînê afîşekî biçûk çêkirine. Lê bi tirkî ye.Tekst here were du gotin in, lê ew jî bi tirkî ye:
”Li Efrînê zarok tên qetilkirin !
Bêdeng nemîne
Ji 10 kesan ra bişîne …”
Ji êvar da ye gelek dost û heval bi messingerê vê sloganê ji min ra dişînin, lê ji ber bi tirkî bû min belav nekir.
Yaho ji bo Xwedê here were du gotin in, çima hûn bi tirkî dinivîsin?
Ma ji bo ku em dev ji hezkirina tirkan, tirkî û Tirkiyê berdin dibê tirk hîn çi bînin serê me?
Ez nizanim tiştê wiha çêkim, yê zane bira afîşekî kurdî çêke û belav bi

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE