08 mars 2018

Tirk jî ji xayinên kurd hez nakin




Tirkekî gotiye, ” di nêz da emê ala xwe li Efrînê daçikînin. Serê sedsalan e we nikanîbûye dewletek çêkira . Bêyî xiyanetê tu marîfeteke we tuneye. Lema jî we çi heq kiribe her tim hûn wer jiyane.”
Tirkê neyarê qewmê kurd li ser xayinên me tiştekî rast gotiye,  bi rastî jî xayinên me pir in. Heger xayinên me ne pir bûna nuha em jî bûbûn xwedî dewlet. Lê bi qasî neyaran, xayin jî nahêlin kurd ji bindestiyê xelas bibin û dewleta xwe ava bikin.
Xayintî karê herî pîs û namerdaneye, wek tê dîtin xwediyên xayinan jî ji xayinan hez nakin.

Ez van gotinên yê tirk dîyarî kurdên di TRTê û di telewîzyonên tirk da neyartiya  gelê xwe dikin û hemû kurdên bi qewmê xwe ra xayin ketine dikim.



Erdogan ji bo kurdên li Efrînê hatine kuştin gotiye: ”Nuha 2 hezar 960 e. Înşelah heta êvarî ewê 3 hezaran derbas bike.”
Û dû ra jî dom kiriye, gotiye:

“Em ne dagirker in, li ba me berî her tiştî merhamet heye. Em mensûbê dînê merhametê ne. Ezab, zulm li ba me tuneye. Em tim bûn hevalên mexdûran.” 

Sadîstê, xedarê dinyayê yê herî mezin jî li ba vî faşîstê îslamî melek e kuro…


Zulma Tirkiye li Efrînê li kurdan dike, welatekî din li kûçikan, li pisikan, li guran jî bikira dinyayê ewê qebûl nekira. 

Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê, rêxistinên mafên mirovan, tevgerên jinanan ewê qiyamet rakirana.
Zulmeke wiha nehatiye dîtin. 

Ji ber ku Tirkiye kane bi me, ji ber ku dewlet e û ji me xurttir e, li ciyê rehetiyê, bela sûc û bela sebeb bajar û gundên me dagir dike, xelkê ji malên wan derdixin û dest didin ser mal û milkên kurdan.

Ji ber em kurd in Neteweyên Yekbûyî û hemû dinya li vê wahşeta Tirkiyê, li qetla me temaşe dike. 

Neteweyên Yekbûyî jî bi qasî Tirkiyê sûcdar e. Rûsya, Amerîka û Yekîtiya Ewrûpa jî bi qasî Tirkiyê zalim in û sûcdar in.

Wê demê li dinyayê kî kanibe bi kê ewê bikuje û welatê wî dagir bike. Tirkiye ji me ra dibêje ez kanim bi we û lema jî ezê we bikujim, koçber bikim û mal û milkên we bidim hinekên din.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE