18 mars 2018

Namûs avêtine ji ber kûçik da kûçik nexwariya



Dibêjin "namûs avêtine ji ber kûçik da kûçik nexwariya."
Miheqeq ji bo ku însan ji namûsê bêpar nemînin nexwariye.
Lê hin kurd sebebê wê çi be jî ji namûsê bêpar in. 

Hewqasî bêheysîyet û bênamûs in ji neyarê qewmê xwe ra, ji qetlîama gelê xwe ra, ji dagirkirina welatê xwe ra, ji talankirina bajar, mal û milkê birayên xwe ra li çepikan dixin !
Ya sitar, meriv çawa kane hewqasî jî bêşeref bibe ?

Ev term Kurdistam e, miletê kurd e. Û bênamûs û xayin lê temaşe dikin.

Ji nava miletekî ça kane hewqas xayin derkeve min fêm nekir !
Neyarê sondxwarî yê qewmê kurd û Kurdistanê li Mêrdînê û li Diyarbekrê ji kîtleya xwefiroş û xayin ra gotiye Efrîn li ber ketinê ye, her gav ez kanim mizgîniya ketina Efrînê bidim we. 

Û cahş û xayinên pêra, yên hîn jî dibin berpirsiyarê AKPê jê ra li çepikan xistine.
Kurd kanin di şer da wenda bikin, şer e, meriv kane wenda jî bike û qezenc jî bike. Di şer da wendakirin ne şerm û bêşerefî ye.

Lê hevalbendiya bi dijmin ra, parastina dagirkirina welatê xwe û bêşerefî ye, hûnê heta mirinê bi bêbêşerefiyê bijîn û zarok û neviyên we jî ewê ji vê îxaneta we şerm bike û naletê li we bînin…



Rûdaw tirkî axiftinên Erdogan yên Mêrdîn û Diyarbekrê zindî da. Eferim ji te ra Rûdaw. Gava meriv şerm neke, meriv propagandeya neyar jî dike...

Rûdaw beşê tirkî di twîtteke xwe da li ser axaftina Erdogan ya Diyarbekrê anket jî çêkiriye, gotiye:
”Hûn axaftina serokkomarê Tirkiyê Erdogan li Diyarbekrê kir baş dibînin?”



Rûdaw, hûn çawa kanin hewqasî namerd bin ez fêm nakim? Erdogan welatê we dagir dike, gelê we dikuje, ew û çeteyên îslamî teciwizî namûsa gelê we dikin û hûn jî jê hez dikin. Xayintî û namerdiyeke wiha nehatiye dîtin!


Êrîşa Daîşê ya ser Kobanê, referandûma serxwebûnê ya par û nuha jî êrîşa Tirkiyê ya ser Efrînê nîşan da di nava kurdan da xayin wer pir in, wer pir in aqilê meriv disekine.
Tirkan qûş li me qetandiye, piraniya me kirine zilam û azanên xwe...

Gelek kes û hêzên, dezgehên, partiyên meriv bi nav û bi gotinên wan dixapiya û digot belkî li dijî dewleta tirk in, belkî kurdperwer ûm azadîxwaz in, şerê Efrînê nîşan da ne wisa bûye, vana ji xayinên eşkere xayintir in, ew jî ASA(OSO)ya kurd in. Bi qasî Erdogan û çeteyên Daîşê û îslamî dixwazin Tirkiye Efrînê dagir bike û kurdan ji gund û bajarên wan nefî bikin...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE