25 mars 2018

Me bi hustuxwarî û bi dilbikulî Newroza xwe pîroz kir




Do êvarî ez û xanim em li Newroza Stockolmê bûn. Ez 38 sal in em li Stockholmê Newrozê pîroz dikin ez kanim bibêjim ev Newroza herî suxwar û kêmkes bû, kes zêde nehatibû. Qesra Belediya Stockholmê ya herî bi nav û deng vala bû. 

Kesên hatibûn jî bêmoral û xemgîn bûn, ruyê kesî nedikeniya. Êşa Efrînê, zulm, teror û hovîtiyên leşkerên tirk û çeteyên îslamî kêf û zewq bi kesî ra nehîştibû.

Trajedîya Efrînê, hovîtiya leşkerên tirk û çeteyên îslamî xwe wek konekî reş bera ser salona şahiyê dabû.


Eynî atmosfera Newroza 1988a bû, Newroza piştî qetlîama Helbçê. Di wê Newrozê da jî kurd wek do bi şev xemgîn û hustuxwar bûn.

Lê me gelek rojên wiha dîtin, qey ewê ev rojên tarî jî derbas bibe, qey rojekê emê jî bigihîjin azadiya xwe, qey rojekî emê jî têr bikenin...


Îro saet di 14.00 da meşe Efrînê heye bîsteke din ez û xanim emê herin meşê, çend dengan li dijî Erdogan û Tirkiyê biqîrin, ji bo alîkariya Efrînê bikin gazî û hawar, lê dengê me naçe derenkê.

Tiştê îro lazim zor e, ço ye, ew jî bi meş û protestoyan nayê bidestxistin.
Lê li vir tiştê ji destê me ev e...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE