31 mars 2018

Heger Îsraîl Efrîn dagir kiribûya ma welatên ereb û dinya ewê wiha bêdeng bima?



Heger ne Tirkiyê, Îsraîl Efrîn dagir kiribûya ma dinya û welatên ereb ewê wiha bêdeng bimana?

Tirkiyê 50 leşkerên xwe û 150 çeteyên xwe yên îslamî da kuştin û Efrîn dagir kir.

Heta çend rojan ewê Efrînê bi Hatayê ve girê bidin û wê jî bikin bajarekî Tirkiyê.

Bi gotina Erdogan, Tirkiyê tevî Efrînê 2 hezar km ji erdê Sûriyê dagir kiriye.

Ne Neteweyên Yekbûyî, ne Yekîtiya Ewrûpayê û ne jî dewleteke din heta nuha ji Tirkiyê ra negotiye te erdê Sûriyê, bajarên Sûriyê dagir kiriye û derkeve.

Heta nuha yek dewletekê jî dagirkiriya Tirkiyê şermezar nekiriye û tu kes jî qala koçberiya 150 hezar kurdî nake.

Heger ji dêlî Tirkiyê ve Îsraîl Efrîn dagir kiribûya gelo Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê û dinya ewê wiha bêdeng bima?

Bi baweriya min na. 

Neteweyên Yekbûyî jî, Yekîtiya Ewrûpayê jî û dinyayê jî li hember Îsraîl ewê qiyamet rakirana.
Tirkiyê li hemberî Îsraîê belkî herb îlan bikira.

Lê Îsraîl heta nuha negotiye ”kirt”, newêre dengê xwe bike. Newêre ji qalibê xwe derkeve.

Lê heger Îsraîl Efrîn ya jî bajarekî din yê Sûriyê dagir kiribûya, bi Xwedê Erdogan ewê tiliya xwe di çavê Netanyahu ra kiribûya, herr oj ewê gotinên nemayî ji Îsraîl ra bikira.

Lê Îsraîl heta nuha yek beyan jî li ser Efrînê nedaye û îşxala Tirkiyê protesto nekiriye.
Heger Îsraîl Efrîn dagir kiribûya ewê li her welatê Ewrûpayê her roj Îsraîl bihata protestokirin.
Di ajans û telewîzyonên cîhanê da dagirkeriya Îsraîl ewê tim xebera yekem bûya.

Ajansan ewê ji Efrînê her roj dîmenên dilşewat belav bikirana.

Lê ji ber ku welatê Efrîn dagir kiriye Tirkîyeye kes newêre dengê xwe bike, tew kes nabêje Efrîn hatiye dagirkirin.  

Heta nuha yek rojnamevanekî swêdî jî neçûye Efrînê û nava koçeberên ji Efrînê reviyane.
Du sebebên vê bêdengiyê kanin hebin.

Yek, dinya ji tirkan û Tirkiyê pir hez dike, lema jî naxwazin qala dagirkeriya Tirkyê bikin, yanî îltîmas dikin.

Ya din her kes ji Tirkiyê ditirse.

Lema jî tu dewlet newêre ji Tirkiyê ra bibêje te Efrîn dagir kiriye.

Amerîka, Îngilistan, Almanya, Fransa, Îtalya, Îspanya, Yekîtiya Ewrûpa, welatên ereb hemû ji Tirkiyê ditirsin, lema kes newêre li dijî dagirkeriya Tirkiyê derkeve. Lema kes newêre devê xwe veke. Heta nuha Îran û welatên ereb jî di nav da(bêyî Misrê), li dinyayê yek dewlet jî li dijî dagirkeriya Tirkiyê derneketiye û ji Tirkiyê ra negotiye ji Efrînê vekişe.

Erdogan ev yek baş fêm kiriye, lema jî ewê gelek derên din jî dagir bike, ewê ”Mîsakî Millî” ji nuh ve paş da bîne. Hazirî û hedefa wî ev e...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE