10 mars 2018

Gelo ji nava AKPê ewê kurdekî bi xîret derkeve?



Serokkomarê Tirkiyê Erdogan li Mêrsînê îşareta faşîsta ya gurê boz dike

Erdogan li Mêrsînê di axaftina xwe da berê îşareta gurê boz ya faşîstên tirk û dû ra jî ya rabîa kiriye û ji kîtleya lê guhdarî dikir ra gotiye ”dema emrê seferê hat emê bi hev ra herin Efrînê...”

Min qismekî axaftina Erdogan ya Mêrsînê kir kurmancî. Ji bo kurdên bi tirkî nizanin jî bizanibin Erdogan çi gotiye.
Qismek ji axaftina Erdogan ya Mêrsînê:

”Nuha 850 kîlometer çargoşe di bin kontralo me da ye. Hedefa me em 2 hezar kîlometer çargoşe têxin bin kontrola xwe. Emê dewam bikin. Emê hesabê wê jî dikin. Terorîstek li ku hebe emê herin wir. Jimara terorîstên ji ortê hatine rakirin 3 hezar 213 ye. Ev jimara ewê zêde bibe. Hindik maye em têkevin Efrînê. Dema me Efrîn girt emê teslîmî xwediyên wan bikin. 

Xwestin li vir korîdora terorê çê bikin. Me got emê destûrê nedin viya, me got hûn şaş dikin. Lê guh nedan me. Vana tirkan nas nakin, miletê tirk nas nakin, artêşa tirk nas nakin. Meşa me ya berbî Efrînê dom dike.

Şehîdên me jî hene, lê belê terorîstên hatin kuştin gelkî zêdetir in, miqayese ne mimkûn e. Yek ne bi 10a, yek ne bi 30î, yek ne bi 50î ye. Netîceya xwîna şehîdên me li ortê ye.
Tenê di tarîxa Tirkiyê da şerma kolonyalîzmê, lekeya dagerkeriyê tuneye.

Ma Tirkiye ne endamê NATOyê ye? Ka NATO li ku ye? Esas heger qudreta  welatên endamên NATOyê hebûya ewê derketina hemberî me. Lê belê li hemberî Tirkiyê ew cesaret bi wan ra tuneye.”

Serokwezîr Bînalî Yildrim

Li ser van gotinên Erdogan ez tu şiroveyê nakim û tiştekî ji Erdogan ra nabêjim. Mêrik dijmin e, faşîst e û dibêje ezê hemû Kurdistana Rojava dagir bikim û nehêlim kurd li tu beşekî Kurdistanê azad bibin  û bibn xwedî dewlet.

Erdogan viya her tim dibêje.
Erdogan li Mêrsînê bêyî van gotinên jor, îşareta gurê boz, faşîstên tirk jî kiriye. Yanê xwestiye  bibêje wek faşîstên MHPê ew jî gurê boz e. 

Hela ka em binêrin kurdên di nava AKPê da li hemberî vê îdeolojiya faşîst ya Erdogan ewê çi bibêjin? 

Gelo ewê namûs di wan hilê û bibêjin em ne faşîst in û ji AKPê îstîfa bikin, ya ewê jî bibin faşîst û ji nuha û pê da wek Erdogan îşarareta gurê boz bikin?

Ez bi xwe ji kurdên dewletê û AKPê bêhêvî me, ez bawer nakim namûs di wan hilê û dev ji cahçîtiya dewletê bedin.

Lê hêvî dikim ji nava bi sedhexaran, bi miyonan hema yekî bi xîret derkeve û bibêje ez nabim hvalê faşîsta…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE