20 mars 2018

Efrîn bi emrê Tirkiyê tê talankirin




Talana çeteyên îslamî li Efrînê dikin bi destûra Tirkiyê ye, Tirkiye vê talanê bi wan dide kirin. 

Tirkiye dixwaze bi vê rêyê kurdan terorîze bike û ji Efrînê û herêma Efrînê dûr bixe û ereb û tirkmenan lê bi cî bike. 

Viya jî ne bi leşkerên xwe, bi çeteyên îslamî dide kirin. Çimkî hedefa Tirkiyê ya nêz guhertina demografîya Efrînê ye.

Lema jî berpirsiyarê talanê Tirkiye ye, bêyî destûra tirkiyê çeteyên îslamî nikanin vê yekî bikin.

Wêneyên talankirina Efrînê 





Duran Kalkan gotiye, di malpera ANFê da gotiye:

”Bira Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî bizanibin şoreşa bakur tê. Di salên 1990î da çawa şoreşek çê bû, nuha jî şoreşeke nuh tê, ji bakur ewê dest pê bike û li seranserê Tirkiyê belav bibe. 
Wan digot ewê Efrînê bigrin, lê ewê Anqerê ji dest bidin, ewê li Anqerê têk biçin. 
Gerîla li hemberî Efrînê bi hemleyekê ewê Şemzîna bigre.
AKP kongreyên xwe çê dike û haziriya hilbijartinan dike. Lê belê ewê hilbijartinan nebîne”

Ev mêrik ya dînekî tam beradayî ye, ya jî henekê xwe bi aqilê kurdan dike. Efendim ewê Şemzîna bigre, Anqere ewê bikeve, AKP ewê hilbijartinan nebîne…

Şermeke pir mezin e dînekî wiha berpirsiyarê hêzeke siyasî be. Bi rastî pir eyb e….

Vana ne gotinên merivekî li ser hişê xwe ye, vana peyvên dînekî tam beradayî ye. Dibê kurd êdî vî dînî ji xwe dûr xin, ji nava xwe biqewitînin, ya na ewê hîn gelek felaketên mezin bîne serê vî miletê mezlûm. 

Çimkî dîn e, ne xwedî aqilekî temam e, lema jî her tişt jê tê…



Egit Jariyus Hin gotin hene nola dermanê mêşa ye. Tu çiwa dibêje, li ser tije mêş û moz dibe.

Zinarê Xamo Egît, weleh min qest û hedefa gotina te fêm nekir, gelo qesta te gotinên Duran Kalkan in ya rexneya min e?

Zinarê Xamo Egît Jariyus, te bersîv neda min, diyar e qesta te rexneya min e. Weleh gotinên kê dermanê mêşa ye li ortê ye.
Ma tu van gotinên Duran Kalkan rast dibînî?
Ez bawer nakim tu rast dibînî, ez bawer dikim wek min tu jî van gotinên Duran Kalkan yên berradayî û bi cî anîna wan ne mimkûn e wek gotinên zarokan dibînî.
Lê ji ber tu bi xwe ra ne samîmî yî tu newêrî rexne bikî.
Meriv fikrekê ya rast dibîne ya şaş dibîne.
Lê tu konetiyê dikî, tu dixwazî Îsa jî û Mihemed jî îdare bikî.
Min fikrê xwe vekirî got, heger tu ne bi fikrê min ra yî tu jî fikrê xwe vekirî bibêje, ya rexne bike ya biparêze, bi zimanê "ezop" û teşbîhjan nepeyive.

Egit Jariyus Ne ji îsa, ne jî ji mihemed bawer dikim. Lê bi hêsanî ez dikanim ji meqabek zer re herim şujdê.
Ez ne ji rexneyên we re li çepikan dixînim, ne jî parêzertiyê ji D Kalkan re dikim. Gotina min ji van mêş û mozên li jorê re bû.

Egit Jariyus Gotinek jî ji bo "ezop": ez nikanim bi xwe, ma ez çer bikim.

Zinarê Xamo Ez nabêjim xwe bêdeng bike, ez nabêjim min rexne neke. Ez her roj xelkê rexne dikim, helbet mafê te û her kesî heye min rexne bike.
Min xwest bibêjim dibê tu hevalê heqiyê û rastiyê bî, tiştê neket serê te, tiştê te şaş dît bibêje ev şaş e. Îtîraza te belkî feydeyekê bigihîne yê li ser rêya şaş.

Egit Jariyus Ez jî vê zanim, cenabê te Kurdekî kezebşewate. Helbet pêwistiyên herkesî, bê gûman ê me jî ji rexne û pêşniyarên rûsipî û zanayên me heye. Lê ez bi tiştekî pirr diêşim. Hin kes hene, ez li ku li wan rast têm, hema her di eleyhê hêza Kurda a çalak de ye. Nola guwzanê li pişt pahniyê ne. Neyartiyê bi qîz û xortên meyî derbên xedar li dujmunê me dixin re dikin.
Ka hema tu bibêje. Ji bilî vê hêzê û pêve, hêzek meyî din ku ev çend îmana dujmun xistibe kundur heye?
Dîsa jî ez nabêjim ewê neyên rexnekirin. Lê ne bi dujmunane.
Dujmunê me, kerekî xweyî piştkurmî jî mezin dikin û rûmetê didinê. Li beramberî vê yekê em çer dikin? Em sirf hevdu piçûk dixînin...
Silav û gulav

Zinarê Xamo Wele ez pir vekirî û eşkere neyarê hevkarên dewletê û xulamên Erdogan im. Li hemberî dost û hevkarên dewletê û AKPê ez bêtawîz im. Di vî warî da pir dobre me.
Û heta ji min tê nahêlim kurd di malpera min da heqaretê li hev bikin, neyartiya hev bikin.
Ez merivekî nasyonalîst im, ez her kurdperwerî, her welatparêzî her gerîla û pêşmergeyî, ji ji kîjan partiyê dibe bira bibe didim ser serê xwe û wek roniya çavê xwe li ked û canfîdayîya wan xwedî derdikevim .
Û ev 50 sal in min yek milîm jî ji vê xeta xwe şaş nekiriye; dijminê dijminê xwe û dost û hevalê kurdperwer û serxwebûnxwaza me.
Kî ji bo kurd û Kurdistanê bixebite, ji kîjan partiyê û hêze be jî
didim ser serê xwe û lê xwedî derdikvim.
Lê gotina xwe ji ji kesên li dijî azadiya kurdan û serxwebûnanê bin texsîr nakim, rast ya jî çewt fikrê xwe dibêjim.





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE